PARÎS – Ciwanên ku bi dirûşma “Dawî li Tecrîdê, Faşîzm û Dagirkeriyê re – Bi Hev Re Serhildan” hatin gel hev, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan û pêkanîna azadiya wî meşek pêk anîn.
Ciwanên êvarê li hev civiyan û daxwazên xwe yên ji bo Rêberê Gelan anîn ziman, qedexeya derketina derve ya li Fransayê paşguh kirin. Wan bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşgerên Kurdistanê dest bi meşa xwe kirin. Ciwana di çalakiyê de wêneyê girekî Rêberê Gelan û pankarta ku li ser “Liberte Pour Ocalan” û alên PKK û Rêberê Gelan nivîsandî hildan.
Çalakiya ku bi qasî saetekê dom kir, bi daxuyaniya ciwanan a Divê hemû ciwanên Kurd bi rihê “Ciwan Fedîyên Rêber APO ne” ve biherikin qadan û çalakî dirûşmeyan bi dawî bû.