Duisburg –
Ciwanan bi dirûşma “Li dijî faşîzm, dagirkerî û tecrîdê, bi hev re serhildan” li hev kom bûn û li navenda bajêr çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin.
Ciwanan danê êvarê bi panparta bi nivîsa “Azadiya Rêber Ocalan azadiya me ye” ya bi Elmanî nivîsandibûn û alên ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên “Es lebe Ocalan”, “Es lebe PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” qîriyan.
Ciwanan bi daxuyaniyekê diyar kirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ciwanên Kurd li qadan bin û azadiya Ocalan weke azadiya xwe bibînin.