BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:
“Çalakî bi rengekî serketî pêk hat. Ev çalakî ji bo hilanîna tola fermandarê me yê fedaiyan ê nemir Savaş Maraş û hevalên pê re şehîd bûn hate lidarxistin.
Dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî anî ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Agahiyên berfireh ên li ser van êrişên hewayî wiha ne:
-19’ê Adarê saet di 12:00 de qada Kolitê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.
-20’ê Adarê saet di 11:00 de qada Goşînê ya herêma Xakurkê, mintiqeya Girê Rosê bi balafirên şer hate bombekirin.
-20’ê Adarê saet di 11:00 de qada Saca ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.
Di van êrişên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye.”