NAVENDA NÛÇEYAN –
Gelo Parçe Kirina Kurdistanê Bê Bextî Bu An Jî Pilanek Stratejîk!
Di nav wan welatên Rojhilata Navîn de jî mijara gelê Kurd sereke û girînge. Gelê Kurd di dîrokê de heya niha bi dehan caran ji aliyê çand, erd û nijad ve hatiyê parçe kirin û helandin. Lê parçe kirina mezin yê gelê Kurd 2 caran hatiye jiyan kirin. Di navbera salên 1512-1920’an de ji aliyê erdnigarê ve di navbera Împaratoriya Osmanî û Sefewiyan (Tirkiye û Îran) de hatiye beş kirin kû parçeyê mezin dikeve destê Osmaniyan kû bi 80% tê xemlandin. Di sala 1923’an de di peymanameya Lozan de Gelê Kurd û Kurdistan ji aliyê Îngîlîstan û Fransa ve bi ser 4 beşan (Bakûrê Kurdistan + Tirkiye, Rojhilatê Kurdistan + Îran, Rojavayê Kurdistan + Suriye, Başûrê Kurdistan + Eraq) ve tê dabeşkirn ku ew sîstem heya niha jî berdewame. Lê cîhê bîranînêye kû di halê hazir de di 2 beşên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de kurd heya astek buye xwediyê otonomiyek dorpêçkirî û hertim di bin gefê welatên derdor de ne.
Emê niha qala wêyekê bikin ku çima tenê Kûrdistan li nav 4 welatan de hat parçe kirin! Çima di peymanameyê Lozanê de welatên wekî Tirkiye, Îran, Suriye an jî Eraq nehatin Parçe kirin? Dibe pir caran gelê Kurd û dostên wî vêyekê wekî bêbextî binav biken, lê mijar hinek cudaye!
Di sala 1923’an de di pêvajoya planê Lozan de ku ji aliyê Îngîlîstan û Fransayê û di heman demê de wilatên pê re dema kû li erdnigariya Rojhilata Navîn û di nav de welatên wekî Tirkiye, Îran,Suriye û Eraqê de, nêrîne erdnigariyê ê herî guncav Kurdistan buye kû bi ser wan wilatan de were parçekirin. Ger her yek ji wilatên Tirkiye, Îran, Suriye û Eraq parçe bikin ji ber helkevteyê erdnigarî ve nikarin bi dirustî di navber her yek ji wan wilatên din de beş biken. Ji ber ku tenê helkevte û erdnigariya Kurdistanê wisaye kû ji aliyê sînorî û axê ve bi her yek ji wan 4 welatên wekî Tirkiye, Îran, Suriye û Eraqê ve zeliqiye. Ger heryek ji wan welatên din parçe bikiriban tenê ancax bikarîban di navber 2 an jî herî zêde di navber 3 welatan de parçe bikiriban. Mirov dema kû li Rojhilata Navîn li erdnigariya Tirkiye, Îran, Suriye, Eraq û di nav de Kurdistanê binêrê wê baş fêm bike kû çima tenê Kurdistan hatiye parçe kirin. Ji xwe sedemê din jî zêdene kû ew welatên îstîsmarker Kurdistan bi vî şêwazî parçe kirine. Parçekirina di warê çandî, aborî û siyasî de jî rupelek din yê wî pilanê buye. Lê xalê sereke ew buye kû ji bo parçe kirinê, Kurdistan di heman demê de ji bo armanca venêrîna li ser 4 welatên sinornenas û Îstîsmarker wek Tirkiye, Îran, Suriye û Eraqê welatê herî guncav buye. Ji ber ku ew welatan hertim bi pirsgirêkên navxweyî û bi taybet di mijara Kurd ve mijûl bibin û tu carî nikaribinn pêş bikevin, bi demê re li hember welatên Rojavayî bibin gef.
Di mijara parçekirina Kurdistanê de nijadperest û desthilatdarên Tirkiye, Îran, Suriye, Eraqê û neyarên din hertim kêfxweşiya xwe didin nîşandan, wek serkeftinên dîroka xwe dizanin û şer û qirkirina Kurdan bi serfîraziya xwe dibînin. Lê di rastî de bê wîjdanî û qirkirina Gelê bi şeref ê Kurd aliyekî cîhê lênêrînêye kû di vê 100 salê de û berî wê jî ew 4 welatên dagirker bixwe ji her aliyek din zêdetir rastî bêbextî û qeyranên mezin bune. Heryek ji wan welatan 100 sale bi pirsgirêkên Kurdan ve mijulin û tev hêza xwe ji bo wêyêkê veqetandine ku ji bo tepisandin û xeniqandina Gelê kurd di her warî de baca (wêrgî) çav nuqandinê didin welatên Rojavayî. Ji xwe ew welatên du rû û sermayedar ê yêkêtiya Ewrupayê jî hertim Doza rewa yê Kurdan ji bo berjewendiyên xwe li dijî wan 4 welatê Tirkiye, Îran, Suriye û Eraqê diden xebitandin. Bi wî şêwazî car caran doza Kurdan ji wan re dikên şîrînahî û carna jî ji wan re diken jehr.
Ger kuew 4 welatên dagirker ji berê de û bi taybet di vê 100 salî de pirisgirêkê Kurd çareser bikiriban, mafê wan yê rewa naskiriban û di çarçoveya pergalek Demokratîk de nêzê gelê kurd bibuyan, wê demê ewqas pirisgirêk jiyan nedikirin û dikarîn bibin wilatek îradelî ku di her warî de pêşketî, evqas belengaz û kurmok nedibûn. Di vî warî de û bi taybet di Rojhilata Navîn de mînakek pir zelal heye. Binêrin welatek wekî Îsraîlê kû xwediyê erdnigariyek kême û di heman demê de hejmarê gel û runiştînvanê wê jî bi temamî nagêje 11 Milyon kesan, lê ewqas xwe pêş xistiye kû eşkere gef li tevahî welatên Rojhilata Navîn dixwe. Her tim û li kuderê bixwaze êrîşê wan welatan dike û derbe li sazî û kesayetên wan ên hestiyar dixe. Lê ewqas welatê Rojhilata Navîn ji ber siyaseta wan ê pas girtî û tevlîheviyên nerewa nikarin bertekek ciddî raber bikin û parastina xwe biken. Îsraîl bi siyaset û pratîka xwe rê nade ti welatek Erebî û di nav de îran û Tirkiye jî bibin xwediyê hêzek mezin û heya cîhê ku bikaribe jî, demên pêş jî rê nade. 22 welatê Erebî û di nav de Tirkiye û Îran jî nikarin rasterast li hember gefên Îsraîlê bisekinin. Ew welat jî heya wisa dîktator-nijadperest bin û mafê gelan bin pê bikin wê ticarî nikaribin yek deng û reng li hember dagirkerî û gefê wan welatên hegemon û desthilatdar bisekinin.
Siltan RİZGAR
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê