EFRÎN –
Leşkerên dagirker ên Tirk li Efrînê bûn hedefa HRE (Hêzên Rizgariya Efrînê).
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên herêmî piştrast kirine, vê êvarê li bejahiya Efrînê di navbera HRE û artêşa Tirk û çeteyên dagirker de pevçûnên dijwar rû dan.
Hat piştrast kirin ku di pevçûnan de herî kêm 4 leşkerên Tirk hatine cezakirin. Du ji dagirkerên hatin ceza kirin nasnameyên wan hatin diyarkirin.
Li gorî vê: Çawişê Pispor Ahmet Akdal û Çawişê Piyade Gökhan Çakır di nav leşkerên ku hatine cezakirin de ne.
Li aliyê din, tê dîtin ku artêşa Tirk a dagirker hemû baregehên xwe li Efrînê tarî kiriye û balafirên şer ên Rûsî niha li ser Efrînê digerin.