EFRÎN – HRE Li Efrînê baregeha leşkerên dagirker ên Tirk da û çalakiyê de herî kêm 4 leşkerê Tirkan hatîbû ceza kirin.
Di derheqê vê çalakiyê de HRE daxuyanî û dîmena çalakiyê parvekir.
Em daxuyanî û dîmenên çalakiyê parvedikin.
“Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker di pêvajoya Newrozê de, di serî de herêma Şera û Şerawa, gelek herêman bi dijwarî topbaran kir. Hêzên me li hember vê di çarçoveya bersivdayinê de gelek çalakî lidarxistin. Di vê çarçoveyê de;
Li roja 19ê Adarê, li taxa Zeîdiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyek sabotajê de, 2 çete hatin kuştin, 1 çete brîndar bû.
Li roja 20ê Adarê, li bajarê Efrînê seyareyek çeteyan hat rûxandin.
Li roja 24ê Adarê, li gundê Kizilbaş ya girêdayî Bilbilê, di encama çalakiyek sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 1 çete brîndar bû. Herwiha seyareyek hat rûxandin.
Li roja 28ê Adarê, li bajaroka Marê li hember baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de; 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî brîndar bûn. Herwiha 2 noxteyên leşkeran hatin rûxandin.
Li heman rojê, li gundê Celemê ya girêdayî Cindiresê, di encama çalakiyek de çeteyek hat kuştin.
Li roja 7ê Avrêlê, li Marê li hember baregehek din ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de, 1 leşker hat kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn. Herwiha seyareyek kar hat rûxandin.
Topbaranên artêşa Tirk a dagirker bi taybetî li roja 7ê Avrêlê pir dijwar bû û di encama vê topbaranê de zarok jî tê de gelek welatiyên sivîl brîndar bûn. Li hember vê yekê, hêzên me li roja 7ê Avrêlê çalakiyek taybet ya bersivdayinê lidarxistin. Ev çalakî li derdora gundê Gobelê ya Efrînê li hember yekineyek kemînê ya artêşa Tirk a dagirker hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî brîndar bûn.
Di encama wan çalakiyan de bi giştî; 5 çete û 9 leşker hatin kuştin, 2 çete û 10 leşker jî brîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê
08 Avrêl 2021”
https://www.nuceciwan77.xyz/ku/2021/04/07/lezgin-li-efrine-calakiyen-tolhildane-4-tirken-dagirker-cun-welate-xwe/