BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji 15’ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser tenduristî û ewlekariya Abdullah Ocalan û vir ve daxwaza ‘hevdîtina lezgîn’ dikin.
Li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî 2 serlêdan hate kirin.
Heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.