STUTTGART – Ciwanan di kesayeta Rızgar Cigerxwin de, ku di sala 2017-an de li herêma Besta şehîd ketîbû, bi lehengî li dijî dijmin şer kir û derbên giran dijmin xist, di serî de Rızgar Cigerxwin, hemû Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi bîr anîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de Portreya Şehîd Rızgar Cigerxwin hate temaşekirin.
Di bîranînê de ciwanan axivîn û gotin, “Şehîd rûmeta me ne. Ew bi xewna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad tevlî karwanê şehîdan bûn. Erka me ev e ku em xewnên wan zindî bihêlin û wan pêk bînin.”
Nêzî 100 kes beşdarî bîranînê bûn. Bîranîna ku bi qasî saetekê dom kir, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok APO” bi dawî bû.