RİHA – Dayika Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar, ku ev 32 roj in çalakiya xwe ya nobetê ya li ber Edliya Rihayê bi daxwaza “Dad”ê dewam dikin, ji her kesî xwestin ku ji bo têkoşîna wan deng derbixînin.
Emîn Şenyaşar a hevjîn û du kurê xwe di êrişa parazvan û xizmên Parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re di 9’ê Adarê de li ber Edliya Rihayê dest bi nobeta “Dad”ê kirin. Çalakiya dayik û kurê wê ya bi daxwaza “Dad”’ê di roja 32’yemîn de dewam kir.
Dayik û kurê xwe, mîna her serê sibehê, îro jî di saetên serê sibê de berê xwe dan edliyê û lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin.
Ferît Şenyaşar, li ber edliyê axaftinek kurt kir û wiha got: “Em biryardar in. Em bang li raya giştî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna me ya dadê. Em her roj di navbera saetên 08.00 û 17.00’an de li ber Edliyê Rihayê di nobetê de ne. Em li ber avahiya Edliya Rihayê, li benda kemû kesên ku dixwazin serdana piştevaniya me bikine. Em dixwazin hemû kes ji bo têkoşîna me dengê xwe derxînin. Me baweriya xwe ya bi edaletê winda nekiriye. Helbet wê rojekê edalet bê cihanîn.”