EDENE – Li Edene 3’yê Nîsanê 8 kes hatibûn destgîrkirin. Kesên ku hatibûn destgîrkirin birin edliyê.
Dozgeriya Tirk bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne’ û ‘propagandaya rêxistinê kirine’ ji Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya Edene xwest ku werin girtin. Ji 8 kesan 5 jê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Sê kes jî bi îdîaya ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin.