TIRBESPÎ – 11`ê Nîsanê salvegera 28`emîn a wefata dayika rêber Abdullah Ocalan, dayîka Ûweyş e ku li bajarê Edene yê Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabû.
Bi vê boneyê, jinên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê daxuyaniyek da û dayîka Ûweyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr anîn.
Daxuyanî li pêşiya Kongreya Star a navçeyê ji aliyê endama Kongreya Star Îman Mehmûd ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wek Kongreya Star em dayîka Ûweyş û hemû dayikên aştiyê bi bîr tînin, ji ber ku wan rêber anîn dinê û bi saya wan jin û gelên herêmê ji zîhniyeta baviksalar û desthilatdar rizgar bûn. Jinan di kesayeta dayika Ûweyş de gelek taybetî û rêbazên berxwedanê nas kirin.
Dayika Ûweyş bi xwedîkirina baş a rêber Ocalan îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê de dest pê dike. Hemû destkeftiyên giranbiha yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û yên jinan bi taybet bi dest xistine, berhema keda mezin a rêber Ocalan in. Azadiya civakê ji azadiya jinan û pêşengiya wan di civakê de, dest pê dike.”