AMED – Parlementera Kurd a Ciwan Dersîm Dag Pirsên Ajansa me bersivand.
Dersim Dag li ser tecrîda li dijî Rêberê Gelan tê meşandin sekinî û wiha got:
Îro, tecrîd ne tenê li ser kesayeta birêz Abdullah Ocalan, lê li ser tevahiya civakê tê meşandin. Tecrîd jî polîtîkayek şer a li dijî gelan e.
Li girtîgehan di 2018’an de greva birçîbûnê hebû, û di encama vê greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, hin gav hatin avêtin û hin geşedan çêbûn. Li ser vê di navbera birêz Abdullah Ocalan û malbata wî de têkilî çêbûn.
Îro, tenê rêyek heye ku polîtîkaya tecrîdê pûç bike û ew jî ew e ku hûn dengê xwe bilind bikin û bibin ronahiyek li dijî tariyê. Ger îro tarî li ser me were ferz kirin, divê em her kes israr bikin ku bibin meşale. Divê her kes li dijî tecrîdê li her qada ku em tê de ne dengê xwe bilind bikin. Ger îro em li zanîngehê dixwînin, em dikarin bi gelek awayan mînakek bidin, ka em xwe çawa li hember siyaseta tecrîdê ya ku li zanîngehê dibînin, hîs dikin. Em dikarin di warê jinên ciwan de rengek cûda bidin wê. Em dikarin di warê ciwanan de rengek cûda bidin wê. Lê em baş dizanin ku her jina ciwan, , di her aliyê jiyana xwe de bi polîtîkaya tecrîdê û polîtîkaya şer re rû bi rû ye.
Me di serdemek ku tecrîd girankirî ye û êrişa li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd dijwartir kiriye de me Newroz pêşwazî kir. Bi hev re, me 8 Adar û 4 Nîsan pêşwazî kir. Van rojan rojên taybetî bûn, ji bo gelê Kurd tê wateya berxwedan û ji nû ve zindîbûnê, û em dikarin bêjin ku gelê Kurd di 8 Adarê de, li qadên Newrozê di 21 Adar û 4 Nîsan de peyama xwe da dost û dijmina.
4’ê Nîsanê wekî ji dayîkbûna gelê Kurd îro tê vegotin. Gelê Kurd vê rojê wekî ji nû ve ji dayîkbûnê bi nav dike. Ji ber ku wê rojê, rojbûna birêz Abdullah Ocalan, ku bi rastî xwediyê ramana Têkoşîna Azadiya gelê Kurd e, û gelê Kurd jidayikbûna wî wekî ji nû ve jidayîkbûna xwe bi nav dike, û di wê rojê de derdikevin qadan.
Meriv çawa têlefonê 4 deqeyan binirxîne. Peyamên ku Rêberê Gelan di her hevdîtinê de dide gelê Kurd, dema ku rêyek heye ku biçin, ji me re wê rêyê ronahî dike û peyamek dide me û hemû cîhanê. Dema ku em li naveroka hevdîtina Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Ocalan û qutbûna têlefonê ya di hevdîtinê de mêze dikin, ev bi zelalî dide xuyakirin ku dewlet çiqas polîtîqayên qirêj dimeşîne.
Parlementera Ciwan derheqê peymana Stenbolê de jî wiha got:
“Qet nayê qebûl kirin ku Peymana Stenbolê ji hêla rejîma yek zilam ve were hilweşandin. Bi betalkirina peymana Stenbolê re, hukûmetê careke din da xuyakirin ku qatilên jin têne parastin, siyaseta bêcezatiyê tê meşandin û ev bi israr didome. Em baş dizanin ku di binê polîtîkayên şer ên vê hikûmetê de, taybet li dijî jinên ciwan, li Kurdistanê têgihiştinek mêtinger heye.
Ji polîs bigire heya walî, hemû helwest, nêzikatî û polîtîka li ser bingehê mêtingeriyê têne meşandin. Hemî astên Dewletê, ji Wezîrê Karên Hundir bigire heya Serokên wan, xwediyê zihniyetek Erk in û bi vî rengî di civakê de teşe didin polîtîkayê.”
Dersîm Dag di derheqê dagirkeriya Dewleta Tirk de jî wiha got:
Dema ku Efrîn hate dagirkirin, ne tenê erdnîgariyek hate dagirkirin. Di heman demê de, ziman, nasname û çanda gelan hate dagirkirin. Di heman demê de jenosîd jî hatin kirin. Dagirkerî, operasyona dersînorkirinê, tenê li gorî operasyona li dijî erdnîgariyek nayê nirxandin. Îro dewleta Tirk dixwaze hebûna gelê Kurd tune bike.
Rojava îro mînaka meya herî mezin e. Me bi zelalî dît ku piştî êrişa dagirkirinê ya li ser Efrînê Kurdên li vir dijîn bi çi re rû bi rû man, qirkirina çandî, polîtîkayên asîmîlasyonê, komkujî, tacîz û destavêtin çawa pêk anîn.
Di vê wateyê de, divê ciwan li dijî êrîşên dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin da ku xwe biparêzin, nasnameya xwe biparêzin, yekparebûna xwe li dijî asîmîlasyon û şikestina çandî biparêzin. Divê ew li her qada ku ew e li berxwe bide. Divê teqez rê nede dagirkirinê.
Dersîm Dag herî dawî banga ciwana kir û wiha got:
“Hem ciwan, hem jinên ciwan, ku îro li çar aliyê cîhanê armancên pergalê ne, hem jî pêşengên tevahî tekoşîna azadiyê, afirînerên şoreşê, divê rol û mîsyona xwe baş zanibin, baş zanibin û hay jê hebin ku ‘xwebûn’ çiqas girîng e. Pêdivî ye ku ew bêyî ku nasnameya xweya bingehîn bişkîne, li dijî hemû polîtîkayên şerê taybet bisekine û têkoşînê bike.