NAVENDA NÛÇEYAN – Platformê li bajrê Koln a Elmanyayê têkildarî êrîş û gefên Hikûmeta Navendî ya Iraq, PDK û dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyek da û got: “Destê xwe ji Şengalê vekişînin.”
Di çalakiyê de Hevserokê Tevgera Îslam a Kurdistnaê Hafiz Turhanlli axivî.
Turhanlli diyar kir ku Mezopotamya bi navê xwe yê din lendika bawerî ya Kurdistanê ye û got: “Hemû bawerî, velî û ewliya li ser xaka Kurdistanê derketine. Lê mixabin bi sedê salan e ku li ser vê xakê dagirkerî û parçekirin heye. Kurdistan axa ku şaristaniya bawerî û olan kiriye. Ji bo wê dema ku li ser baweriyekê êrîş hebe tê wê wateyê ku li ser hemû bawerî û olên li Kurdistanê êrîş heye, divê li ber vê êrîşê bê rawestîn.”
Li ser navê Federasona Civaka Êzidî-Ewropa jî Merwan Sezek axivî û got: “Êzidî ji bo xwe biparêzin 7 sal in li Şengalê hêzên xweparasinê avakiriye. Dema ku DAÎŞ êrîşî Şengalê kir PDK û hêzên Iraqê reviyan û Êzidî terkî qirkirinê kirin. Ji bo vê em Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê dibêjin destê xwe ji Şengalê vekişînin.”