Diyar Xerîb
Berîya 28 sal li 05-03-1991 de gelê Başûrê Kurdistan li hemberî rejîma Sedam Huseyn rabu serhilanê. Di encamê wê serhildanê de, heya 21-03-1991 piranîya Xakê Başûrê Kurdistan ji destî hizba Baas û deselatê Sedam hat rizgar kirin. Ruxma ku dewleta Iraq di dawîya adarê 1991 de êriş anî ser Başûrî Kurdistan û piranî wan herêmên ku hatibun rizgar kirin xist bin desta xwe, beşekî mezin ji gelî Başûr koçbera Rojhilat û Bakurê Kurdistan bû, lê beşek ji Başûr di destê gel û pêşmerge de ma. Koçberî hejmareka zêde a gelê Kurd û hovêtîya Sedam Huseyn ku beriya 3 salan Helebce û gelek deverên din bi kimyayî bombabaran kirbu, gelek kes kuştibu, heman dem di êrişên Enfalê de piranî gundên Başûr şewtandibu nezî 182000 kes jî wenda kiribu, bûn sedem ku Konseya Ewlekarî ya Netewa Yekbuy di 05-04-1991 de biryara 688 derbixe. Di biryarê de pêwîst bû navçeyê bi ewle ji bo Kurd were avakirin û gelê Kurd ji zilma Sedam were parastin. Ev yek bû sedem ku gel hêdî hêdî vegeren cihî xwe û deselatî pêşmerge zêde bibe û deselatî hikumeta Iraq kêm bibe. Heya di meha Cotmeh a 1991 de hikumeta Iraq hêza xwe û hemî saziyên xwe bi temamî ji her 3 parêzgeha Hewlêr, Suleymanî û Dihok vekişand û embargo(gemaro)ya aborî xist ser Başûr.
Ligor encama dengdan tenê PDK û YNK bendaw derbas kirin
Vekişandina hikumeta Iraq ji bajêrên Başûrê Kurdistan bû sedem ku valatîya rêvebirin çê bibe. Vê yekê gelê Başûr dilxweş kir, êdî gel ji partiyên Kurdistanî dixwest ew valatî tijî bikin û rêvebiriyek xwemalî ava bikin. Partiyên Kurdistanî jî ku ew dem dinava bereya Kurdistanî de li hev kiribun û pêkve tevdigeriyan ketin nava liv û tevgerek. Ev yek ji bo Partiyên Kurdistanî ezmuneka nû bû, berpirsyariyek giran jî bû. Lê berpirsiyariyeka dîrokî jî bû. Gel wê demê dixwest bi rêka helbijardin parleman were avakirin û hikumetek jî di bin sêwana ew parlemande were çêkirin. Liser vê bingeh biryar hat dayin ku di 17-05-1992 de ji bo carê yekemîn li Başûr de helbijardina perlemana herêm were encamdan. Heman dem helbijardin ji bo kesî ku bibe rêberê tevgerî Kurdistanî were encamdan. Beriya ku helbijardin were encamdan, herdu hikumetê Tirkiye û Îran qebûl nedikirin ku helbijardin li Başûr de were çêkirin û parlemana hikumeta kurdî çê bibe. Lê piştî çend car runîştin bi du merc(şert) qebûl kirin ku helbijardin were çêkirin. Ew jî ewe bû ku parleman û hikumet demkî be û her demek rejîma Sedam dawî bû, parleman û hikumeta herêm jî werin helweşandin. Wekî din ew hikumetî ku ava dibe, rêk nede partiye perçeyên din a Kurdistan dijî wan hikumeta çalak bin û şer bikin. Ji bona wî hewl bidin wan partiye îqna bikin ku dest ji têkoşîna leşkerî berbidin. Eger îqna nebin jî bi rêka hêz wan neçar bikin ku ji têkoşîna leşkeri berdin. Eger em binerin heya îro jî wan dewleta liser vê bingeh nêzî hikumeta Herêm dibin, bi teybet Tirkiye heya niha bi fermî hikumeta herêm nas nake û qebûl nake nûnera wî li wî welat hebe. Nûnera YNK, PDK û partiyên din weke nûnera partî qebûl dikin, lê nûner bi navê hikumeta herêm qebûl nakin.
Mixabin partiyên deselatdar wan şerta qebûl kirin û bi vê avahî xwe mehkûmê wan dewleta kirin. Cudayî wî jibo helbijardin ji qanunê Tirkiye sud wergirtin. Ligor wî bendawa %7 diyar kiribun, her partiyek ew bendaw derbas nekiriba nedikarî biçe parleman. Liser wan li hevkirin û ligor ew qanun li 19-05-1992 de ji bo cara yekemîn helbijardin jibo parlemana herêm û rêberê Tevgerê Rizgarî Kurdistan hat encamdan. Ligor encama dengdan tenê PDK û YNK bendaw derbas kirin. Dengê wan jî nêzî hevdu bû. Ji bo helbijardinê rêberê Tevgerî Rizgarî Kurdistan jî dengê Mesud Barzanî û Celal Talebanî nêzî hevdu bûn û kes ji wan %50 derbas nekir. Di encamê helbijardin de pirsgirêk dinavber YNK û PDK de çêbû. PDK û YNK hevdu tewanbar dikirin ku sextekarî hatiye kirin, ji bona wî her alî xwe serkeftî didît. Mesud Barzanî û Celal Talebanî jî heman rewş jiyan dikirin. Ev du mijar bû sedem ku rewş aloz bibe û tirsen pevçûn dinavbera wan hêza çê bibe. Di encamê de lihev kirin ku parleman û hikumet bi avayeke %50 u %50 dinava xwe de parve bikin. Wekî din ji bo carê duyemîn helbijardin dinavbera Barzanî û Talebanî çê nebe û herdu pêkve kar bidin meşandin.
Jiber ku helbijardin çêbû, heman dem şer çênebû, gel keyfxweşbûn. Lê kesên hişyar jiber wan nêzîkbûn û encama nîgeran bûn. Gumana wan hebû ku encamî baş ji vê ezmûn derbikeve. Mixabin gumana wan kesa di demekî kin de bû rastî. Ew bû PDK û YNK partiyên rojhilat neçar kirin ku dest ji têkoşîna leşkeri berbidin û li Başûr wan dan rûnişkandin. Jiber ku PKK qebûl nekir rûne, bi alîkariya Tirkiye di cotmeha 1992 de êrişa ser PKK kirin û bangeşe kirin ku PKK dijî deskeftiyê Başûrê û embargoyê liser Başûr daniye û rê nade bi rêka Îbrahîm Xelîl erzaq were ji gelê Başûr e. Di sala 1993 de jî YNK bi Bizutnewa Îslamî re û PDK bi Hizba Sosyalit re şer kirin. Di 02-05-1994 de PDK û YNK ketin şerî hevdu, êdî heya sala 1998 şer dinavbera wan de berdewam bû, heya Emerîka li 17-09-1998 de wan li hev anî û berî wan herdu partî dan PKK û tevlî Komploya Navdewletî bûn dijî PKK û Rêber Apo. Piştî salê 1992 heya niha gelek mirovên têkoşer weke Sadiq Omer, Alî Şeiban, Hawrê Rênas, Reuf Akrêyîdi, Ebubekir ELî, Mihemed Helaq, Dr. Sîrwan, Bekir Helebceyî, Kemal Penciwênî, Sidîq Salyawayî, Îqbal Muradî, rojnamenusên weke Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî, Widad Huseyn di bin sêya deselatî Kurdî de hatin teror kirin. Weke din komkujiya weke komkujî Hewlêr, kuştina sedan jin di bin navê cuda cuda de û kuştina deyan kadir û pêşmerge ya partiyên Rojhilatê Kurdistan di bin deselatî vê rêvebirî de çêbûn. Komkujî weke Şingal jî di vê demê de çêbû.
Heya niha alîyên serkeftî nikarîne lihev biken
Niha 28 sal bi ser raperînê de derbas dibe û piştî nêzî mehek jî 27 sal bi ser yekemîn helbijardinê herêma Kurdistanê de derbas dibe. Gelê me li Başûr heya niha li bendê ne ku rêvebirî Başûr ku PDK û YNK serkêşiya wî dikin gavên demokratîk û netewî bavêje. Gelê me li perçeyên din a Kurdistan jî bendewarîya wan heye ku parleman û hikumeta Herêmê Kurdistan xwedî li wan derbikeve. Lê di pratîkê de berevajoya wî derdikeve.
Bêguman berpirsên PDK û YNK di vê pêvajoyê de, bi taybet piştî 28 sal li xwe rêvebirin, xwe berçavan derbas bikin. Eger berçav derbas kirinek bingehî çê nebe, wê deskeftiyê gelê Başûrê Kurdistan nebe deskeftiyên mayinde û di demî pêşde bervi helweşandin biçe. Ne tenê têk biçe, belkî bibe minakek xerap ji bo gelê Kurd li parçeyên din a Kurdistan û herêmê Rojhilata Navîn. Ev yek jî gelek ziyan bi gelê Kurd digehîne û neynî bandor li ser nêzîkbûna dewlet û hêzên herêmî û cihanî dibe ji bo doza Kurd û qedera Kurd û Kurdistanê.
Em niha dibînin ku nêzî 7 meh bi ser helbijardina parlemana Herêma Kurdistanê de derbas dibe. Lê heya niha alîyên serkeftî nikarîne lihev biken û hikumetek çê bikin, ne diyare wê kengê lihev jî bikin. Em dibînin carek Gorran- PDK lihev dikin, lê YNK pirotesto dike. Carekî din PDK – YNK lihev dikin û Gorran veto dike. Ev rewş heya kengê dewam dike, ne zelale. Weke din ruxmê ku navbera Bexdad û Herêm kemek berve başî diçe, lê pirsgirêkên dinavbera wan de çareser nebûye û dawîya wî çewa be ew jî ne diyare! Ji wan hemî giringtir ewe ku rewşa Rojhilata Navîn roj bi roj aloztir dibe, doza Kurd jî di asta Rojhilata Navîn de bûye dozek sereke û her alî siyaset liser dikin, lê deselatî Herêm ne xwedî stratîjeke giştî ye ji bo doza Kurd, hîn ligor pêvajoya sedsala bîstemîn tevdigere. Di asta herêma Kurdistan de jî rewşa gel roj bi roj berve xerapbûnê ve diçe. Hejmara kesên ku bi sedemê kêmasî rêvebirî Kurdî ji têkoşîn dûr dikevin rojane zêde dibin. Asta tevlîbûna gel ji bo herdu helbijardinê parlemanê Iraq a 12-05-2018 û helbijardinê perlemanê Herêma Kurdistanê 30-09-2018 ev yek bi zelalî derxist holê. Ev yeke diyar dike ku partiyên ku siyaset didin meşandin li Başurê Kurdistan êdî nabin bersiva gel. Ev yek jî an bi xwe berçav derbaskirinek bingehî a wan part û rêxistina çareser dibe, an jî êdî nivşên nû an siyasî derdikevin û wan derbas dikin.
Pirsgirêka Herêma Kurdistan liser asta Iraq û Rojhilata Navîn
Herêma Kurdistan ku parçeyek ji Başurê Kurdistan û Iraq, di sedsala 20. de hertim dinav têkoşîn û berxwedanê de bûye. Ev têkoşîn û berxwedan bûne sedem ku dewleta Iraq û hêzên hegemon beşek ji maf û azadî vê gel û navçe qebûl bikin. Ligor beşên din a Kurdistan ev parçe Kurdistan hindik maf xistiye destê xwe. Em dibe ew rastî jî bêjin ku deselatdarên Iraq û gelî Ereb jî hertim gelî Kurd weke gelek qebûl kirine, înkara gelê Kurd nekirine. Xwestine Kurd weke birayê biçuk an jî hemwelatîya duyemin be, li gor wî jî nêz bûne, lê Kurd înkar nekirine. Sala 1970 hikumeta Iraq bi fermî mafa otonomî ji bo Kurd qebûl kir. Sala 2005 jî di destura Îraqa nû de Herêma Kurdistan weke Herêmek taybet hat qebûl kirin. Êdî statuya herêm bû fermî, ev mijarek bû ku Erdoxan pir nerehet kir. Ji ber ku ew dixwestin piştî herifandina rejîma Sedam, statuya Herêma Kurdistan jî were rakirin, lê berovajiya wî çêbu, ji bona wî sala 2005 heya sala 2007 Erdoxan pir bi dijmintî nêzî Başûrê Kurdistan di bû. Nûnere yê PDK li Enqere avêtin û ji bo Mesud Barzanî digotin, “Ew ne tişteke, tenê seroka Eşîrek e.” Lê demekî ku PDK deriyê herêm bi temamî ji bo Erdoxan vekir, hemî îmkana aborî, bazar û ser erd û bin erdî Herêm xist bin kontrola Erdoxan û Fettullah Gulen, êdî Erdoxan siyaseta xwe guhert û destî xwe li pişta Barzanî dixist. Ev rewş heya rapirsî (referandûm) 25-09-2017 dewam kir. Barzanî jî wisa fêm kir ku êdî Erdoxan her tiştî wî qebûl kiriye, an dike. Lê di refrendûmê de derket ku Erdoxan pir rojaneyî û teknikî nêzî Barzanî û Herêm dibe. Bi tu avayî qebûl nake Herêm bibe dewletek serbixwe an jî bibe herêmek ku xwe rêve bibe û xurt bibe. Ew dixwaze hertim Herêm lawaz be, hertim jî pirsgirêka wî bi Îraq re hebe, heya ew ji nakokî û pirsgirêka wan sud bigre, Herêm jî xwe bispêre Tirkiye.
Siyaseta Îran jî di heman çarçove de ye, lê jiber piştî ruxandina Sedam Huseyn, deselata Iraq hertim nêzî Îran bûye, Îran dixweze hikumeta Herêm jî bi Iraq re bimeşîn e.
Siyaseta deselatdarên Iraq jî ku Şîî hakimin, ji bo rêvebirin tenge û heya niha bi temamî nikarîne hemî Îraqiyan bixin hembêza xwe. Bi bertek tevdigerin. Ev yek jî bûye sedemek ku pirsgrekên heyî heya niha çareser nebin. Dinav Kurd û Sunnî de jî bertekî cuda derbikeve. Di vê derê de ewî ji bo me giringe mijara helwêsta hêzên deselatdarin li herêma Kurdistanê. Gelek pirs heye ku dibe wan hêza bersiva wan bidin. Dibe bipirsin çima ewqas car berxwedan û serhildan çêbûne, lê dawiya wî çareserî çê ne bûye? Gelo ti carek li xwe pirs kirine ku kêmasiye wan çiye? An hertim berî wan li derve bûye! Gelo tevgera Kurdî li Başûr hertim gotiye ku em dewlet û serxwebûn naxwazin, em dixwazin di hundirê Iraq de jiyan bikin, lê li pratîka xwe nerîne çiqasî bi axaftina wan re li hev dike an jî nakoke?! Gelo ti carek asta têkelî xwe bi hêzên derveyî Iraq re berçavan derbas kirine? Heya bizanin ku çiqasî dostane ye? Weke din bi hikumeta Iraq re çiqasî ciddî kar kirine ji bo pirsgirêkan bi hevre çareser bikin? Wekî din çiqasî di hundire Herêm de pêvanên ku ji Iraq dixwezin ji alîyê demokratîkbûn de bi xwe pêk anîne û mînakek xweşik nişana berpirsên Îraqî dane?
Eger em li pratîka 70 salên derbasbûyî binerin ku xetekê siyasî li Başûr de avabûye û heya niha xeta serwere dinav partiyên Başûr û siyaseta Başûr de, dibînin ku rêber û pêşengên tevgera Kurdî du xîtabî cudayî wan heye, yekem ji bo gel û endamên wane, di vê xîtabê de xwe bi Îraqî nizanin û veqetandin ji Iraq dixwezin, hertim dixwezin endamê xwe û gel liser wî perwerde bikin. Ev yek jî dinav endamên wan û gel de bandor dike.
Li gor gel ew partiyên di Başûr de çêdibin ji bo serxwebûna Kurdistan çê dibin. Ya duyem ewe ku di fermîyet û diplomasiye de dibêjin, di wan dera dibêjin em ji bo otonomi, mafî çareya xwenivîsandin an jî federalî têkoşîn dikin û em Îraqîne. Di vê warê de bûyerek heye rojnamenivîsa Firansî Kirîs Koçêra behs dike. Dibêje, “Ez çûm gel Mele Mistefa Barzanî, min jê pirs kir ku hun ji bo çi şer û têkoşînê dikin? Dibe Mele Mistefa bersiv da min got em ji bo otonomî şer dikin.” Dibêje, “Piştî ku kare min ligel wî xilas bû, ez derketim. Min ji yek ji endamên ewlekariya wî pirs kir, ‘hun çima şer dikin?’ Ew endam got, “Em jibo serxwebûn şer dikin!”
Erdoxan ji 2007 heya 2017an xwe weke dostê Barzanî û hikumeta Herêm diyar dikir
Bêguman nizîkbûnek bi vê avahî bawerî dinavbera aliyên siyasî de lawaz dike, weke din jî durûtiya siyasî pêş dixe û dibe asteng jibo çareserî. Hêdî hêdî bawerî gel jî dişkîne. Ev yek di 10 salê dawîyê de pir caran zelal xwe da pêş, herî dawî jî dema referandûmê 25-09-2017 bû. Rereferandûmek hat encamdan, lê kes xwedî lê derneket! Wekî din rêber û pêşengên wan partîya her kes û aliyek dijber Iraq be weke dostî xwe lê dinerin, bi têgeha (Dijmina dijmina min dostê mine) kar dikin û têkelî çê dikin. Ev yek pirsgirekên mezin çê dikin. Li aliyêk bawerî dinavbera hêzên Kurd û pêkhateyên din de nahêle. Li aliyêkê din jî derfet dide hêzên neyarê Iraq û Kurd liser bilizin. Ev yek jî gelek car hatiye dîtin û hertim di dawîyê de Kurd bûye qurbanî. Rijêma şah a Îran dinavbera salên 1961-1975 ji vê yeke sud wergirt. Herî dawî jî di 06-03-1975 de li Cezayir bi hikumeta Iraq re li hevkirin û di encamê de tevgera Kurdî têk çû. Erdoxan jî ji 2007 heya 2017 xwe weke dostê Barzanî û hikumeta Herêm diyar dikir, lê di dema referandûma 25-09-2017 de helwêsta xwe a rast diyar kir û her kes dît rewşa Başûrê Kurdistan û Barzanî çi pêhat! Lê tiştî cihî balkêşe ewe ku hîn berdewamî didin bi wan siyaseta! Ev yek jî niha tê dîtin, ji bo ku Erdoxan wan dawetî Tirkiye bike, her tişt dikin! Bêguman wan partiya, an jî ew partî û rêxistinên ku bixwezin bibin elternatîfa wan partiye, pêwîste dest ji wan siyaseta ber bidin. Eger partiyek cudabûn ji Iraq bixwaze, ewdem pêwîste hemî siyasetî xwe liser wê esas birêxistin bike. Mînak PKK heya salê 1999 ji bo avabûna dewleteka Kurdistanî kar dikir, stratejiya xwe jî liser wê esas ava kiribû. Lê piştî salê 2000 ku stratejiya xwe guhert, êdî liser stratejiya nû siyaset dide meşandin. Bi nerîna min mirov dikare dinava Iraqê de liser bingeha pîvanên demokratîk a radîkal, avakirina sîstemeka Konfederal ya Demokratîk û pîvanên Netewe Demokratîk hemî pirsgrêkên Iraq û doza Kurd jî çareser bike. Ji bo vê stratejî jî giringe ku gel were amade kirin, hemî pêkahateyên Iraq, hêzên Iraqî jî dest bidin destî hevdu. Bi vê avahî dikarin destê derve jî lawaz bikin. Di vê derê de pêwîste pêşengtî were kirin nebêjin civaka Iraq jibona vê ne amadeye. Civakê Iraq ji her civakekî din zêdetir ji bo qebûl kirina hevdu amadene û bi taybet di aliye netewî de şovênizim û nijadperistî pir ne li pêşe. Ji bona wî giringe ku PDK û hikumeta Herêm di vê warê de siyaseta xwe bi temamî berçav derbas bikin. Êdî nikarin weke berê siyaset bikin û eger weke berê dewam bikin, ew dem dibin bi beşek ji dîrok e.
Pirsgirêkê hundurîn a Herêma Kurdistanê
Em dibînin ku ruxmê pirsgirêkên ku bi Iraq re tê jiyan kirin, di hundurê herêmê Kurdistan de jî gelek pirsgirêk hene. Civak ji pêşeroja xwe dilniya nîne, wê sibe çi bi wî were ne diyare. Deskeftiyên xwe misoger nabîne, bawerî bi rêvebira siyasî pir lawaz bûye. Bawerîya wî bi guhertin û veguhertin kêm bûye. Piskolojiya takekes û civak roj bi roj aloz dibe. Xwekuştin, jin kuştin, kuştin, tecawiz, dizîkirin, bi karanîna maddeyên hişber û lawazbûnên pîvanê exlaqî rojane zêde dibin. Rewşa aborî jî ber bi xerabî ve diçe. Cudayî dinavbera zengîn(berpirsên partiyên deselatdar) û feqîr zêde dibe. Cudayî dinavbera gund û bajêr de zêde dibin. Gund berve tinebûnê ve diçe û bajêr jî weke penceşêr mezin dibe. Berhemên civakî pir kêmbûne, ji derve anîn pir zêde bûye. Ev jî bûye sedem ku civak xwe bê çare bibîne û çareserî ji derve bibîne. Li kêleka wana jî partiye deselatdar bi sedemên ku parve kirinên deselat û pere ji bo xwe esas werdigrin, ne xizmet û avakirin, heman dem bi sedemên ku girêdayî derve tevdigerin ne amadene dest ji berjewendîyê xwe berbidin, ev jî dibe sedem ku nikarin hikumet avabikin, ava jî bikin, nikarin tiştekî ciddî bi guherînin. Ev jî bûye sedem ku nêzî 7 mehe helbijardin çêbûye lê hîn hikumet ava nekirine. Gel jî dengî xwe dernaxe.
Pirsgirêka Herêmê Kurdistan aliyêke wî girêdayî siyasete hundir yê wan partiyên ku serwerin li Başurê de. Rêber Apo dibêje, ‘‘Partiyên ku di dema berxwedana çiya de li Başûr xebat dikirin hemî weke partiyên yek dibistanin, cudayî wan di stratejî, modêla rêxistinî û usluba kar û xebatê de tuneye, di warê tiştên talî û şexsî de cudayî wan heye’’. Di vê warê de axaftinek Îdrîs Barzanî jî heye di destpêka salê 1980 de kiriye, dibêje, ‘‘Em ji wan partiya natirsin ku çêbûne. Ji ber ku ew kesî wan partiya çêkirine baş nas dikin, kesî wan tiştekî ji me zêdetir nakin, ji bona wî tirsa wan ji bo me nîne’’. Ev tespita Rêber Apo niha jî rastiya xwe diparêze. Niha li Başûr partî zêde bûne. Lê ewên ku partî ava dikin liser rêk û ezmûnên partîyê berîya xwe diçin, tiştî bingehî nû ava nakin. Her çiqasî di despêkê de tiştî partîyên kevin rexne dikin, behsa avabûna nû dikin, lê ligor pêwîstiya wan xwe amade nakin, rêxistin ava nakin, ev yek jî dibe sedem ku nû bûna wan dewam neke û bibin dubarekirin a berê, ev yek jî hêz dide partiyên berê û civak jî bê çareser dikin. Ewî ku weke wan partîya jî nêz nebe, di guhertin de îsrar bike, bi hemî avayek astengî jêre çê dikin û derfetî jiyan jibo endamên wan nahêlin, heya nikarin dewam bikin. Beşekî zêde a gelê me jî li Başûr wisa fêm dikin ku guhertinên demokratîk bi hesanî wê çê bibe, an jî naxwazin li hemberî rêvebirî Kurdî helwêsta radîkal diyar bikin, ji bona wî heya astek li hember wan partî û deselata têkoşîn dide meşandin, ew ast jî têra nake. Ji bona wî wan kes û partîya jî nikarin bibin bersiv û bandora wan kêm dibe. Ji bona wî tiştî herî giring ewe ku kesên ku dixwezin guhertin bikin, di despêkê de dibe xwe biguherînin. Dibe nekevin nav şerî parve kirina deselat û deskeftiyên heyî. Dibe sazîbûn û civakbûn esas bigrin ne takekes û malbatan esas bigrin. Dibe armanca wan a mezin avakirina sîstemek be ji bo gel ku gel bikaribe dibin sêya wî de azad û adil jiyan bike. Dibe pirsên pêkhateyên civakî ji hev qut nekin û tenê zêdekirina muçe(Meaaş) nekin diruşmên çalakîya xwe. Weke din dibe demokratîkbûn jibo xwe esas wergirin ne deselat wergirtin, ji bo viya jî dibe bi xwe demokrat bin, bawerîya wan bi azadî jin û rola jin û ciwan hebe.
Mijareke din giring heye ew jî ewe ku partiyên deselatdar hertim dixebtin ku wisa bidin diyar kirin ku pirsgirêkên Başûrê Kurdistan ne girêdayî parçeyên din a Kurdistane, dewletên cîran û hêzên hegemon elaqedar nake. Dixwezin liser vê bingeh jî civak perwerde bikin û heya astek jî ev zihniyet bi cih kirine. Ev jî yek ji şaşîya siyasete Herêma Kurdistanê ye. Bi vê avahî hem pirgirêk rast tespit nakin ku ev dibe sedemên ku çareserî rast jî dernekeve holê. Ji aliyêke dinve hêzê gelê Kurd ji hev qut dikin doza Başûr nabe hêz jibo doza Kurd li parçeyên din a Kurdistanê. Di kêleka wî de rewayî didin hevkarîya xwe bi hêzên dagîrkerî parçeyên din a Kurdistan û bi gel jî didin daqurtandin. Ev yek jî niha pir bi vekirî dikin. Ew hevkarî ku niha bi dewletê Tirkiye û Îran re dikin girêdayî viya ye.
Wekî encam
Rewşa Rojhilata Navîn û cihan roj bi roj hestiyar dibe. Doza Kurd jî her diçe zêdetir derdikeve pêş. Bi taybet piştî serkeftina QSD li Rojava bi ser DAIŞ de, wekî din berfirehbûna berxwedana gireva birçîbûnê ya li zindanan, Kurdistan û derveyî Kurdistan, encamên helbijardinên şaredarî bû têkdeçûyîna Erdoxan û Baxçelî. Heman dem ew berxwedanî ku gerîla li her der pêş dixe. Di kêleka wan de roj bi roj fikir û ramanên Rêber Apo û modêla wî zêdetir dibe rojeva civakên Rojhilata Navîn û dinya. Ev yek derfet ji bo gelê Kurd ava dike û rolê Kurd di guhertin de zêde dike, ji aliye din ve metirsî liser gelê me zêdetir dike. Sedemên ku Erdoxan û Baxçelî ewqasî bi hovtî tên ser gelê me ji bona wîya ye. Ew serkeftina Kurd weke tinebûnê xwe dibînin. Jiboy ku Kurd jî biser nekeve amadene her tiştek bikin. Jibona wî giringe deselatî Başûrê Kurdistan û partî û rêxistinên din ev rastî weke xwe bibînin. Ligor wîya jî xwe amade bikin. Eger van mijara werin esas wergirtin wê pirsgirêkên hundire herêm û pirsgirêkên bi Bexdad re tê jiyan kirin wê çareser bibin.
Di vê warê de rola Tevgera Azadî Komelga ya Kurdistan û rêxistinên ku fikira Rêber Apo ji bo xwe bingeh digrin giringe. Ev rola wan jî dibe sedem ku partiyên deselatdar ji wan bitirsin û astengî ji wan re çê bikin. Ev yek jî nabe bibe kêlem li pêşiya xebatên wan rêxistina de. Berevajoya wî dibe di xeta xwe de xwe kur bikin û civak amade bikin. Weke Rêber Apo dibêje ‘‘Di sosyalîzme de israrkirin di mirovatiye de israrkirine. ’’ Ew jî dibe bizanibin îsrara wan, wan digeyjine çarserî û jiyana azad. Pêwîstî heye ku civaka Başûr were îqna kirin ku dema têkoşîn derbas nebûye, heya jiyan hebe têkoşîn jî pêwîste hebe. Ji ber ku weke pêşiya Kurdan gotine, ’jiyan bêyî xebat şerme’, em jî dibe jiyan bêyî têkoşîn ji bo xwe weke şermeke mezin bibinin. Ewên ku dixwazin mirovan bêyî têkoşîn bikin, ew kesin ku dixwezin liser keda mirov runin û jiyan bikin. Ewî ku niha li Başûr jî tê dîtin eve ye. Cudayî wî giringe ew têgeh were derbas kirin ku dibêje me pirsgirêka netewî xwe çareser kiriye, bila parçeyên din jî pirsgrêka xwe çareser bikin. Ev yek ne raste û pirsgirêka netewî Kurd ne li Başûr ne jî parçeyek din çareser nebûne. Ew helwêst xwe xapandineke mezine. Bi avayekî din gel ji têkoşîn dur xistine. Wekî din pêwîste ew têgeh ku dibêje niha li Başûr dem dema têkoşîna demokratîke, têkoşîna demokratîk jî bi kedekî normal çê dibe were derbas kirin. Raste niha li Başûr şer dinavbera Kurd û dewletî Iraq de nîne, weke din zemînê desturî heye ku xebatî demokratîk were kirin, ev jî derfeteke erêniye. Lê ev pêwîste wisa negrin dest ku xweparêzî ne pêwîste, me êrişa DAIŞ dît, jiber ku salên dirêje berpirsên herêm liser van şaşî nêz dibin, dema ku êriş çêbû nikarbûn ne xwe û ne jî gel biparêzin. Her jibona wiya ye Rêber Apo dibêje, pêwîste liser bingeha parastina cewherî gel ji bo xwe parastin amade bikin’’. Wekî din ew rastî were bi cih kirin ku têkoşîna demokratîk bi qasî têkoşînên netewî û çinayetî pêwîstîya wî bi fedakarî heye. Bêyê fedakarî ne mumkine têkoşîna demokratik pêş bikeve û encam bigre. Di têkoşîna demokratik de jî nakokî dikeve navbera deselat û gel, êdî ew deselat Kurd be an jî ji netweyek din be, di Başûr de niha deselat Kurde, ew Kurd jî xwe bi nûnera civakê Kurdistan dibîne, ev yek jî têkoşîna demokratik zehmettir dike, ne hesantir bike. Jibona wîya dibe hem hêzên demokratik hem jî gel ew rastî bizanibin ku têkoşîna demokratik li Başûr de kedekî pir dixweze û bi fedakariyeke bêyî sinor mirov dikare encam we bigre.
Teqez eger wan pîvan werin bingeh girtin û hemî hêzên netewî û demokratik werin gel hevdu wê encamên giring bigrin û gelek pirsgirêkên Başûr wê çarser bibin. Xwerêvebirina Başûr jî bibe zemîneka xurt ji bo destek kirina doza neteweyî Kurd li parçeyên din a Kurdistan e. Heman dem Başûr bibe modêlek ji bo Iraq û Rojhilata Navîn.
SERXWEBÛN