NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 138 roj in li berxwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 117’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 100’emîn de dewam dikin.
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 28’emîn dewr girtiye di roja 138’emîn de didome.
Girtiyê bi nexweşiya epîlepsî Selamî Keleş bi rêya telefonê ragihand ku mafên wan tên binpêkirin.
Keleş bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya li dijî tcrîdê û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan dewam dike û anî ziman ku rêveberiya girtîgehê vîtamînên pêwîst û têrker nade kesên ketine greva birçîbûnê.
Girtî Keleş diyar kir ku ji ber ku wan têkildarî armanca grevê daxwaznameyek dan rêveberiya girtîgehê ku bişîne Wezareta Edaletê ketine ber lêpirsînê û cezayê hucreyê li wan hatiye birîn.
Keleş got, “Ji ber ku di daxwaznameya me de gotina ‘Birêz Abdullah Ocalan’ hebû li 15 kesan ji bo 11 rojan cezayê hucreyê hate birîn. Di dema sermijartinê de gardiyan li deriyan dixin û provokasyonê dikin. Zexta psîkolojîk dikin.”