RIHA – Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê ket roja 36’an. Malbata Şenyaşar a ku bi bîr xist kesên di êrişê de hatine teşhîskirin di saziyên cemaweriyê de dixebitin û wê li pêş edliyeyê fitara xwe veke.
Emîne Şenyaşar a di encama êrişa parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin, li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” di çalakiya nobetê de ne. Nobeta malbata Şenyaşar di roja 36’emîn de berdewam dike. Di saetên serê sibê de Malbata Şenyaşar hat li pêş edliyeyê û li ber bariyerên li pêş avahiyê dest bi lêgerîna xwe ya edaletê kirin.
‘EM DI MEHA REMEZANÊ DE JÎ LI VIR BIN’
Ferît Şenyaşar axivî û bi bîr xist ew bi êrişan re rûbirû dimînin û wiha got: “Heke darizandineke adil hebûya wê birayê min hatibûya berdan. Cezayekî giran dan birayê min û di odeyeke yek kesî de tê girtin. Em nikarin biçin malê. Em ê di meha Remezanê de li vir bin. Em ê li vir fitara xwe vekin. Em naçin. Heta ku ew 23 kesên dozger qala wan kir neyên girtin em ji vir ranabin.”
DI SAZIYÊN CEMAWERIYÊ DE DIXEBITIN
Şenyaşar diyar kir ku xizmên Yildiz ê AKP’î ku li nexweşxaneyê êrişî wan kirin di Şaredariya Pirsûsê û saziyên din ên fermî de dixebitin û got: “Kesên ku me teşhîs kirine niha li saziyên cemaweriyê de dixebitin. Birayê min kes nekuşt. Raporên pispor jî vê aşkera dike.”
Şenyaşar carek din banga piştevaniyê kir.