RIHA – Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê ket roja 36’an.
Malbata Şenyaşar a ku bi bîr xist kesên di êrişê de hatine teşhîskirin di saziyên cemaweriyê de dixebitin û li ser vê yekê wan biryar daye ku êdî ewên pêşiya edliya Rihayê fitara xwe vebikin.
Dayîka Emîne diyar kir ku ji bo berxwedanê rojî ne astenge ji ber vê ewên heta dawiyê berxwe bidin.
Ferit Şenyaşar jî diyar kir ku yên ku bune sedema van tişta bila heman tişt ew jî bijîn û ew û dayîka xwe dê heta dawî ji bo vê berxwe bidin.