AMED – Yekîneyên Tolhildanê yên DGH bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku wan li Amedê li dijî tiryakfiroş li taxa Ben û Sen çalakiyek li dar xist.
DGH têkildarî çalakiyê ev tişt diyar kir:
“Li Taxa Ben û Sen a Amedê ji hêla Yekîneya meya Tolhildanê ya DGH ve firoşkarek narkotîkê hat tespît kirin. Yekîneyên tolhildanê yên me di 9’ê Avrêl 2021’an de di 21:30 de li dijî firoşkarê tiryakê yê bi navê Rıdvan li Taxa Ben û Sen çalakiyek bi teqemeniya tûj a bi destan çêkirî pêk anîn. Di çalakiya ku hat kirin de kesê bi navê Ridvan di deqeya dawî de ji şewitandinê xilas bû, di mala wî de ziyanek mezin a madî çêbû. ”
Di dawiyê de, di daxuyaniya DGH de;
“Dewleta Tirk a dagirker, faşîst di çarçoveya polîtîkayên xwe yên şerê taybet de li her goşekî Kurdistanê li ser ciwan û jinên ciwan çalakiyên tiryak, fuhuş û sîxuriyê didomîne û belav dike.
Dewleta Tirk plan dikir ku ciwanên berxwedêr û têkoşer ên Kurdistanê ji holê rabike û bi van rêbazan gelê Kurd bi tevahî tune bike, lê paşguh kir ku hêzên DGH / DGK-H dê tu carî destûrê nedin vê yekê. Yên ku van qirêciya bixwaze bîne Kurdistanê dê her tim bibe hedefa me”.