BERLİN –
Aktîvîstên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) bi dirûşma “Ciwan fedayiyên Rêber Apo” ne li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan û li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwan bi wêneyên Abdullah Ocalan ketin hundirê tramvayan û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok xwendin.
STUTTGART –
Li bajarê Stûttgartê jî aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kon vedan.
Konê agahdarkirinê di çarçoveya pêngava ‘Bi hev re serhildan’ hate vedan û têkildarî Abdullah Ocalan agahî bi raya giştî re hate parvekirin.
Her wiha li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd gelek broşur hatin belavkirin û çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.