BASEL – Li Ewropayê jinên ciwan xebatên semîner û perwerdehiyê berdewam dikin. Jinên ciwan ên ku saet 18:00 li Basel, Swîsre hatin ba hev, semînerek organîze kirin.
Semînera ku ji hêla jinên ciwan ve li ser têgînên Jineolojî û konfederalîzma demokratîk a ku ji hêla Rêber Ocalan ve hatî pêşxistin hate organîze kirin bi qasî 2 saetan dom kir. Jinên ciwan her wiha pergala kapîtalîst û êrîşên qirêj ên li ser jinan jî rawestiyan.
Jinên ciwan diyar kirin ku dê semînerên bi vî rengî her hefte berdewam bikin, bang li hemû jinên ciwan ên Kurd û enternasyonalîst kir ku beşdarî semînaran bibin.