BURSA – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Nevroz Ûysal û Serbay Koklu ji bo karibin roja Duşemê muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç jî bi heman daxwazê serlêdana hevdîtinê kirin.
Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildizim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan û daxwaza hevdîtinê kirin.
Ji 14’ê Adarê dema belavbûna îdîayên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û vir ve daxwaza ji bo “hevdîtina bi lezgînî” timî tê dubarekirin.
Her wiha heta niha 2 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê hatiye dayin.
Heta niha ti bersiv ji serlêdanan re nehatiye dayin.