EFRÎN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên hêzên wan berdewam dikin û di çalakiyên ên li herêma Efrînê û Babê de 8 çete hatine kuştin û 19 çete jî birîndar bûne.
Her wiha HRE’yê ragihand ku li bejahiya navçeya Şerayê di navbera yekîneyeke wan û leşkerên dagirker de pêvçûn qewimiye û di wê pêvçûnê de şervanê bi navê Alan Bênê şehîd bûye.
Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:
Roja 8’ê Avrêlê li gundê Hallubiyê yê navçeya Şerayê, li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Roja 11’ê Avrêlê, li bajarê Efrînê li hember noqteyeke çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 13 çete birîndar bûn.
Roja 12’ê Avrêlê, li bajarê Efrînê li ser rêya Trindê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete birîndar bûn. Her wiha seyareyeke çeteyan hat rûxandin.
Roja 14’ê Avrêlê, li bajarê Babê, li hember seyareyeke leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û seyare hat rûxandin.
ŞERVANEKÎ HRE’YÊ ŞEHÎD BÛ
Roja 16’ê Avrêlê, li bejahiya navçeya Şerayê di navbera yekîneyeke me û leşkerên dagirker de pêvçûn qewimî. Di vê pêvçûnê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin. Di vê pêvçûnê de hevrêyê me Alan Bênê li hember dijmin heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û gihîşt asta şehadetê. Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Alan Bênê
Nav û Paşnav: Basil Hesen
Navê Dayikê: Nadya
Navê Bav: Nîdal
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn-Şêrawa
Cih û Dîroka Şehadetê: Şera, 16 Avrêl 2021
Hevrê Alan li Şêrawa di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hestên welatparêziyê di kesayeta xwe de zivirand zanebûnekê û li ser vê esasê ji bo tolê ji dagirkeran bigire, sala 2019’an tev li nav refên me bû. Hevrê Alan her tim bi moral û coşeke mezin tev li kar û xebatan bû û hemû erkên ku diketin ser milê wî bi azwerî û berpirsyariyeke mezin bi cih anîn. Ev sekna xwe ya bibiryar heta kêliya dawî ya jiyana xwe parast û tev li karwanê şehîdên azadiye bû. Em di şexsê hevrê Alan de tevahî şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”