STENBOL – Ciwanên welatparêz ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe û balê bikişînin ser greva birçîbûnê ya ji bo vê armancê li girtîgehan hate destpêkirin, li gelek navçeyên Stenbolê çalakiyên nivîskî li dar xistin.
Di daxuyaniya nivîskî de, ciwanên welatparêz destnîşan kir ku ev pêkanîn di şexsê Rêberê Gelan de li ser gelê Kurd hate pêkanîn, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan.
Ciwanên welatparêz berdewama daxuyaniyê de diyar kirin ku; “Azadiya jin, ciwan û tevahiya civakê di azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re derbas dibe. Em ê li her qada ku em tê de dengê xwe bilind bikin ku heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”
Ciwanan “Rêbertiya me Vîna Me ye”, “Deng bidin greva birçîbûnê”, “Be Serok Jiyan Nabê” nivîsandin.