BERLIN – Ciwanên Kurdistanê û dostên wan, ku li ser banga çalakvanên TCŞ û TekoJIN li Hermanplatz hatin cem hev, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan meşek organîze kirin.
Çalakiya ku piştî kombûna Kurdan a li Hermanplatz saet 17 bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir bi daxuyaniyan berdewam kir.
Di daxuyaniya li ser navê GBV hate kirin de, “Azadiya Rêber Apo pir nêz e; Ka em derbeya dawî lêxin! Di Mijdara 2018’an de, ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, berxwedanek fedayî ya dîrokî hate destpêkirin. Bi greva birçîbûnê û berxwedana bi mirinê re, me dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re ji hemû gelên cîhanê re, taybet jî ji komplogeran re îspat kir. Me nîşanî her kesî da ku em jiyanek bê Rêber APO qebûl nakin.
Meşa ku di çarçoveya pêngava “Bi Hev Re Serhildan” de hat organîzekirin, li Hermanplatzê bi qasî 2 saetan, bi dirûşm û muzîkê, bi dawî bû.