NAVENDA NÛÇEYAN – Girtiyên PKK û PAJK’ê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û protestokirina tecrît û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, 27’ê Mijdara 2020’ê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 144 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 123’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 106’yemîn de didome.
Çalakiya grevê ya li Mexmûrê 18’ê Kanûna 2020’ê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar li Saziya Malbatên Şehîdan bi heman armancê hatibû destpêkirin bi koma 61’ê di roja 123’ê de didome.
Greva li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hatibû destpêkirin di roja 106’an de didome.