NAVENDA NÛÇEYAN –
Şafak Aryen
Beriya ez derbasê sahê li gel Serokatî bibim ji bo pênaseyê Rêbertî gelek peyv di serê me de hebû. Hevalên ku ji sahê Serokatî hatibûn agahiyên ku me ji wan girti bû hebû lê ev penasene ne weke ku mirov Serokatî bi bîne û nas bike. Ji ber me hem Serokatî zêde nas nedikir hem jî di aliyê bîrdozî, felsefe û jiyanî de asta me ya Serokatî nas kirinê gelek lawaz bû.
Di aliyê şoreşgertî de, milîtantî de û kapasîteya ku em Rêber APO fêm bikin û nas bikin de gelek kêm bûn hebû. Lê ruxmê vê jî me dizanî ku pênaseyên heval ji bo Rêber APO dikirin jî rastiya Rêber APO bi temamî vegotin nake. Ji bo vê jî ji aliyê tevahî hevalên ku diçin saha Serokatî pirsa herê bingehîn jî ji bo Serokatî tê kirin û dinava meraqêde ye pirsa “gelo Serokatî mirovek çawa ne?” Ev pirs çawa ku ji aliyê tevahî hevalan ve meraqe ji bo min jî heman tişt bû. Ya rast jî herê zêde di hişê mirovan de Serokatî herêzêde weke Serokên otorîter nêzîkatî dayîna raber kirin û li ser vê nêzîk bûyîn dihat çêkirin. Wisa nêzîkbûyîn di hişêmirovan de avadibû.
Ew nêzî deh rojbûn em derbasê qadê perwerdêbûbûn lê Serokatî ne amadebû. Serokatî gava hat akademiyê ew dem di tevahî hevalan de heycan û coşek cûda hate avakirin. Ji xwe ji dengê deriyê maşîne heval dizanîn ku Serokatî ye. Her çiqasî di min de heycanek hebe jî lê her wiha tişta ku min ne dizanî jî di min de hestiyarbûyînek jî hatibû avakirin. Ji ber me tevahî hevalên xwe li çiya hiştibû û gelek heval jî şehîd ketibûn. Rêhevalên ku şehîd ketibûn jî piraniya xwe Serokatî dîtibûn. Di tevahî nîqaşên wan de jî heskirin û bêrikirinên ku li hember Rêber APO jiyan dikirin hebû. Heskirina me jî di aliyê Rêbertiyek birdozî û partî zêdetir li ser gotinên hevalên ku Rêber APO nas dikirin pêşketibûn. Her wiha di mirovan de di aliyê hest te giranbûyînek hatibû avakirin. Ji ber gelek heval dixwastin Rêber APO bibînin lê şehîd ketin, gelek hevalên ku Serokatî dîtibûn û şehîd ketibûn di me de di aliyê hest te giranbûyînek dabû avakirin. Bi kurtasî bi dengê deriyê maşîne re bi van hestan re me Serokatî pêşwazî kir. Ji xwe navber hate dayîn û Serokatî kete hûndir. Min hîskIr û ferq kir ku bi Serokatî re enerjiyek gelek mezin kete hûndir. Ev enerjî jî heta dawiyê qet ne hate guhertin heta dawiyê kûrtir jî bû. Min destpêkî de got ji ber me Serokatî nû ditiye di me de heycan û coşek heye ji wê ye. Lê min dît ku ne ji wê ye, ew enerjiya pozîtîf ya ku di Rêber APO de heya dawî avakirine. Di vê wateyede ev enerjî derbasê kîjan cihê dibû yekser bandorbûyîna xwe dida çêkirin. Ev enerjiyekê ku Rêber APO belav dikir bû. Serokatî dahûrandin çêkir mijarên dahûrandinan jî li ser pêşketinên ku di çiya de dihatin avakirin bû, li ser şêwaz, textîk û di aliyê şer de xetimandinên me, pêşketin ne dayîna ava kirin bû. Di roja me ya îro de jî Serokatî van rexneyane dike. Ruxmê ku ewqasî qehremantî ruhê fedaîbûyînê tê jiyan kirin gelek şahadet jî tê jiyan kirin lê pêşketina nayê avakirin Serokatî li ser vê rastiyê re nirxandin pêşxistin. Piranîn Serokatî li me meyzedikir û nirxandinên xwe pêşdixist. Em ji çiya hatibûn. Ji xwe Serokatî got; “hevalên me jî ji çiya hatine.” Serokatî di sahê de emê çawa xwe bigrin dest û nêzî perwerde bibin yek bi yek hêjmart. Ji xwe di Serokatî de weke çandekê hatibû rûnişkandin koma ku ji çiya tên bi Serokatî re xwarin dixwe û civîna hev naskirinê tê avakirin. Di vê çerçoveyê de Serokatî gazî me kir. Ji ber ku di berê de gelek tişt di serê me de hatibû avakirin bi gotinên hevalan ve girêdayî ji bo wê jî me di got em biçin emê wisa nêz bibin, qise bikin û hwd. heval jî gelek mijar ji me re gotibûn ji bo ku em Serokatî re bibêjin, her wiha em gerîlabûn, cardin rastiyek yê Rêber APO hebû ji bo wê jî em çawa nêzîkatî bidin raber kirin me di serê xwe de avakir û em çûn. Lê tiştên ku me di serê xwe de pêşxistibûn zêde pêknehatin. Em çawa ketin hûndir Serokatî got; “heval Şafak tuyî?” Ji ber di çiya de bi rêya destikê mezin re nîqaşên me pêşketibûn lê me hev nedîtibûn. Ew dem ez şaş mam min jî got; “raste Serokê min ezim.” Serokatî got; “keremke were” min kîşand gel xwe, yek bi yek hevalan hemêzkir û xêr hatina wan kir. Serokatî got; “ez we li ser navê tevahî hevalên gerîla hemêz dikim” û tevahî hevalan da rûnişkandin. Ew dem êdî kêliya hev naskirinê destpêkir, di nava koma me de hem di aliyê temende hem jî di aliyê rû de jî hevalê herê ciwan ez bûm. Serokatî di nava tevahî hevalan de berê xwe da min û got; “çi ji te kirine tu çima ewqasî di aliyê fizikî de ketî?” di wê kêliyê de gelek balkêş bû ku tevahî kêliyên xweş, zehmet yên ku me bi hevalan re derbas kiribû di çavên min de bûn rondik û hatin xwarê. Di wê demê de min bi xwe jî ne dizanî ku ez ji bo çi digrim, min wate ne didayê. Gotinên Serokatî min xistibûn di nava hestiyarbûyînek kûr de. Birastî jî min fêm nekir ku çima dilê min ewqasî di şewite. Gelo min dixwast ez hen tiştan bînim ser ziman ya jî min dixwast ez bêrikirinên hevalan bidim diyar kirin min ne dizanî di nava wê tevlêheviyê de ez digiriyam. Serokatî qet aciz ne bû ez şaşmam. Di encamde ez gerîlayekim prensîbê me ewe ku pêwîste ez xwe rast rêxistin bikim, serwerbûyînek li ser xwe bidim çêkirin. Di nava jiyana me de şer û nakokî pir kûr û bi lez tê jiyan kirin. Ji bo vê gotinekê Serokatî heye û ddibêje; “êşên xwe birêxistinbikin.” Ger em wisa jiyan ne kin, tevlê ne bin rastiyên ku tê jiyan kirin wê gelek giranbe. Di vê wateyê de li ser hestên xwe serwerbûyîn ji bo me esase. Em ji nêzde hevalên xwe yên ku em bistu çar seatan pêrene şehîd didin, li ser destê me şehîd dikevin ji bo ku em bikaribin vê êşê pêşwazî bikin pêwîste xwedî hêzekê bi zanistbin. Di wê kêliyê de li hember rastiya Serokatî bi vê awayî rewşa xwe dayîna holê re ez gelek aciz jî dibûm ji xwe. Min çiqasî dixwast ez bêdeng bibim jî lê ne dibû. Serokatî wê rewşê fêm kir. Birastî jî di Serokatî de hêza mirov fêm kirin û empatî bi mirovan re dayîna çêkirin gelek kûr bû. Serokatî di wê kêliyê de dibû hêza çareseriyê. Te hîskirin û di wê de jî ji bo ku tu xwe derbas bikî enerjiya xwe ya pozîtîf derbasê te dikir. Ez hêdî hêdî bêdeng dibûm lê gava Serokatî min meyzedikir min cardin destpê dikir. Hevdîtina min ya yekemîn bi Serokatî re wisa çê bû. Min xwe gelek sucdar dît lê Serokatî aciz ne bû bû. Piştê wê Serokatî di xwarinê de got; “ez we fêm dikim ez wate didim êşên we, weke jin hatina we ya van deran hêzek û morelek mezin avadike. Li ser bingeha vê morelê di nava hewildanên xwe avakirinê debin. Ji bo vê jî wê Serokatî li ser esasê hevaltiyek rast di nava hewildanên mezin debe.” Di vê wateyê de Serokatî hêz û bawerî dida avakirin. Serokatî bawerî û heviyek gelek mezin dida avakirin di mirovan de. Ji bo ku mirov rast nêzî xwe bibe, rexne bike û rexnedayînên rast bike û baweriya mirov bi xwe hebe. Ya herê girin jî gelek nirx dida hebûna mirovan. Ji bo Serokatî wateya hebûna mirovan heye, dibe ku te zehmetî kîşandibe, kêmasî te jî hebin, serkeftinên te jî hebin lê tu weke kombûna vane hemûyan bi wateyî, binirxî. Di nava vê nirxê de mijarên ku tu ser bisekinî û guhertin veguhertin ava biki heye. Ger hûn biryar û vîna vê bidin diyar kirin em dikarin bi hevre vê derbas bikin. Peyamê ku Serokatî dabû diyar kirin ev bû. Ji xwe Serokatî bi tevahî nêzîkatiyên xwe de hêza guhertinê dida diyar kirin. Serokatî di mirovan de pêwîstiya xwe guhertin û gava ku ez xwe çêbikim jî wê rastiya min li gor kîjan rastiyê be û encamê wê çawabe bi awayekî şînber mînakek bû. Serokatî qandî ku mirovek gelek çêker, berfireh ango tevahî mirovan digirt di nava xwe lê ewqasî jî bi rexneyên xwe hêzdida û mirovan di afirand. Di tevahî hevalan de ev hest avadikir, di aliyê min de jî kûrahiya hestan di da avakirin.