NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand
Gotina edaletê van salên dawî gelek tê bikaranîn. Ji ber ku bê edaletiyekê gelek mezin li vê cîhanê heye ya ku qaşo bi nave edaletê tevdigere. Yên ku herî zêde êşa vê bê edaletiyê dikşînin jî dayik in. Ji bo ku edalet pêk were, bi salan e li seranserî cîhanê bi pêşengiya dayikan têkoşîna edaletê bi rê ve diçin.
Carmen Cobo yek ji damezrînerên Dayîkên Plaza de Mayo ye, ya li Arjantînê ji bo peydakirina wendekiriyan bi salan ji bo edaletê têkoşiya. Carmen Cobo tam 45 salan dev ji tekoşîna heqîqet û edaletê ya ji bo keça xwe Ines û tevahiya Arjantîniyên ku bi darê zorê hatinê windakirin, berneda.
Dayikên Plaza de Mayo ji hêla dayikên Arjantînî ve ku zarokên wan di dema dîktatoriya leşkerî ya di navbera salên 1976 û 1983’an de winda bûne, hatiye damezrandin. Dayikan sala 1977’an li Plaza de Mayo ya paytext Buenos Airesê û li ber qesra serokatiyê ya Casa Rosa çalakiya xwe ya yekem da destpêkirin. Dayikan laçika spî da serê xwe, hewl da sûcên ku ji aliyê rejîma leşkerî ve hatine kirin, eşkere bikin. Têkoşîna wan dayikan îlham da dayikên Kurd û wan jî bi nave Dayikên Şemiyê dest bi çalakiya ji bo edaletê kir.
Dayikên Şemiyê, di 27 Gulana 1995’an de ji bo kujer bên dadgehkirin û windakirî bên dîtin, li Meydana Galatasarayê dest bi lêgerina edaletê kir. Yek ji sembolên vê çalakiyê jî dayika Berfo bû. Dayika Berfo tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe yên giran, bi salan li aqûbeta kurê xwe Cemil Kirbayir pirsî. Lê dayika Berfo weke bi dehan dayikên din, çavên wê vekirî koça dawî kir.
Ji 9`ê Adara 2021’ê ve jî dayikeke dil bi êş ku cilên reş li xwe dikirin û li serê wê laçika spî girêdayî ye, nobete digire ji bo edaletê. Ev dayik her sibe di destê wê de nivîseke bi tîpên mezin ya li ser nivîsandî “Bingeha milk edalet e”, rûniştiye. Ev dayik her roj bê rawestan destên xwe berbijor dike û bi qîrîn dibêje; “Ka edalet, ma edalet ketiye bin erdê. Edalet di bin erdê de be jî ez ê derxim”. Qîrîna vê dayikên wijdanê kesên ji xwe re dibêjin, ez mirov im, dihejîne. Ev deng dengê dayika Emîne Şenyaşar e. Dayika Emîne, bi biryar e û dibêje; “Ez ê bi bêr û tevr erdê bikolim û edaletê derxînim.”
Ka em bi hev re vê dayikê nas bikin. Emîne Şenyaşar sala 1956’an li gundê Aşmê hatiye dinê û tevahiya zarokatiya wê li Aşmê bihuriye. Emîne Şenyaşar, 20 salî ji gundê Tilhûk bi Hacî Esvet Şenyaşar re dizewice û li vî gundî bi cih dibe. Li gund 7 zarokên Emîne û Hacî çêdibin û sala 1990’î ji bo debara xwe berê xwe didin navçeya Rihayê Pirsûsê û li vir bi cih dibin. Di demeke kin de malbata Şenyaşar li Pirsûsê di nava gel de xwe dide heskirin û bi xelkê navçeyê re dibe weke malbatekê.
Dayika Emîne ya ku zarokên xwe di bin şertên gelek zahmet de mezinkirî, li pêş çavên wê du kur û hevjînê wê tên kuştin.
Her çendî ev malbat bi êrişa 14’ê Hezîrana 2018’an a ku tê de sê ferdên xwe winda kirin, ji aliyê raya giştî ve hatibe naskirin jî, lê malbata Şenyaşar li Rihayê bi welatparêzî û mirovheziyê ji aliyê xelkê Pirsûsê ve tê naskirin.
Ji bo êdî bes dilê dayikan bişewite, werin em hemû deng bidin dengê vê dayika dilşewitî û bi hev re edaletê bînin vî welatî.