COLEMÊRG – Di serdegirtinên malan ên li navçeya Çelê de Hevşaredarê berê yê Çelê Servet Tûnç jî di nav de 4 kes hatin dîlgirtin.
Polîsan li navçeya Çelê ya Colemêrgê di saetên serê sibê de bi ser gelek malên siyasetmedaran de girtin. Di serdegirtinan de Hevşaredar û şaredarê berê yên Çelê Servet Tûnç û Mehmet Kanar, Endamê Meclîsa Giştî yê Bajêr ê HDP’ê Faris Çetînkaya û Haci Yanar (55) hatin dîlgirtin.
Siyasetmedarên ku hêceta dîgirtina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.