NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa dauxyand ku li herêmê 7 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.
Mistefa destnîşan kir ku 232 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 122 mêr, 110 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 32
Qamişlo: 51
Dêrik: 23
Dirbêsiyê: 10
Kobanê: 3
Reqa: 28
Tebqa: 32
Dêrazor: 38
Minbic: 3
Kampa Roj: 11
Mistefa her wiha diyar kir ku 12 kes baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 14 hezar û 281 kes bi Koronayê ketine, ji wan 469 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 456 kes baş bûne.