NAVENDA NÛÇEYAN- TEV-DEM`ê ragihand ku gefên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê, tenê xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk û hevalbandên wê dike û li dijî gelê Şengalê fermaneke nû ye.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê bang li hikumeta Iraqê kir ku erkên xwe yên ehlaqî li hemberî dozên civaka Êzidî ya li Şengalê bîne cih û destekê bide projeya demokratîk ku ji bo çareseriyê nimûne ye.
Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de wiha tê gotin: “Careke din senaryoya gefxwarinê ya hikumeta Iraqê derdikeve pêş ku dê bi hêza leşkerî Şengalê kontrol bike. Lê vê carê bi rêya Girê Girzk da ku vîn û berxwedana gelê me yê li Şengalê têk bibe ku li hemberî terorê li şûna civaka navneteweyî li ber xwe da. Bi taybet hikumeta Iraqê ku artêşa wê ji Şengal û gelek herêmên din vekişiya.”
TEV-DEM`ê diyar kir ku hikumeta Iraqê bi sewqiyatên leşkerî yên li herêmê dixwaze destkeftiyên Şengaliyan têk bibe, piştî ku gelek azar û êş ji ber komkujiyan, revandina jinan, zarokan û temenmezinan kişandin. Her wiha TEV-DEM`ê bi bîr xist ku li şûna hikumeta navendî rêzê ji vîna serkeftî bigire û bi mafên wan ên rewa di destûreke demokratîk de îtîraf bike, bi rêya pêkanîna lihevkirina 9`ê Cotmehê hewldana êrişkirina herêmê dike û wiha didome: “Bi vê yekê tenê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê dike û fermaneke nû li dijî şêniyên Şengalê pêk tîne.”
TEV-DEM`ê diyar kir ku ew piştgiriya vîna şêniyên Şengalê û berxwedana wan a dîrokî dike heta ku bigihêje vîna xwe ya azad.
Di dawiyê de TEV-DEM`ê ev bang kir: “Divê desthilata Iraqê erkên xwe li hemberî dozên civaka Êzidî ya li Şengalê bîne cih, desteka projeya wan a demokratîk bike ku ji bo çareseriyê nimûne ye. Lê ruxmî bangewaziyan û hevdîtinên Êzidiyan bi rayedarên Iraqî re, di serî de hikumeta Iraqê, lê tu helwestên erênî ji aliyê wan ve li holê tune bûn. Ev yek aloziya Iraqê aloztir dike û tenê hinek hêzên herêmî sûdê jê digirin.”
PYD’Ê BANG LI RÊVEBERIYA BEXDAYÊ KIR: LI PEY PLANÊN HÊZÊN HERÊMÎ NEÇE
Her wiha PYD’ê jî bang li Iraqê kir ku rêzê li vîna Şengalê bigire.
Meclîsa Giştî ya PYD’ê jî bang li hikumeta Bexdayê kir ku li pey planên hêzên herêmî neçe û Şengalê neke hedef.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja sêşema 20`ê Nîsanê, hikumeta Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zirk ê Şengalê bibe da ku rewşeke nû ku ne li gorî hêvî, vîn û azadiya gel e, ferz bike. Tevî berxwedana YBŞ`ê û Asayîşa Êzîdxanê ku li hember mezintirîn rêxistinên terorîst (DAIŞ) sekinî, di demekê de ku artêşa Iraqê li pêşiya DAIŞ`ê têk diçû û di nava çend saetan de bajarên Iraqê diketin.
Em Meclisa Giştî ya PYD’ê siyasetên ku hewl didin gelê me li Şengalê têk bibin, red dikin. Em vê yekê wek berdewama komploya ji aliyê hin hêzên herêmî ve dibînin ku dixwazin vîna gelê Kurd tune bikin û nasname û hebûna wî biguherînin, dibînin. Em tekez dikin ku em ê bi derfetên xwe yên heyî û rewşa bi gelê xwe li Şengalê re bisekinin û destekê bidin wan.”