QAMİŞLO –
Li bajarê Qamişloyê şerê di navbera “Dîfaa El-Wetanî” û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de berdewam dike.
“Dîfaa El-Wetanî” yên girêdayî hikumeta Şamê, duh bi şev êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kolana El-Wehda kirin, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû. Li ser bersivîdaya hêzên ewlekariyê şer derket.
Şer heta vê kêliyê berdewam e.