YEWNANÎSTAN – Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî li gelek deveran çalakiyên ciwanan didome.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê Gelan li Yewnanîstanê li kolanan belavok belav kir û pankart û qadên girîng daliqand. Ciwanan bal kişandin ser şert û mercên giran ên tecrîdê yên li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ciwanan xwestin ku ciwan di bin navê “Dem Dema Azadiyê” de berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku heya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan li pêk were, ewên li Yewnanîstanê çalak bibin.