BURSA – Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên rêberê Gelan Abdullah Ocalan in ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan.
Ji 14’ê Adarê ve dema ku idîayên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatibû belavkirin, daxwaza hevdîtina bi lezgînî tê dubarekirin. Li gel ku gelek caran serlêdan hatibe kirin jî heta niha ne bersiveke erênî û ne jî ya neyînî nehatiye dayîn.
Parêzer piştî 8 salan cara pêşîn di 2’ê Gulana 2019’an de û di heman salê de di 7’ê Tebaxê de bi muwekîlên xwe re rûniştibûn.