QAMIŞLO – Li Qamişlo şer berdewam dike. Li dijî êrişê çeteyên rejîmê Şervanên Hêza Hundurîn jî di nav tevgerê de ne.
“Dîfaa El-Wetenî” ku agirbesta bi navberkariya Rûsyaya binpê kir, ji saetên nîvro ve bi topên RPG êrişên xwe li Qamişloyê didomîne, ji ber topbaranê ziyanên mezin gihiştin avahî û dikanên bazirganiyê û hin ji wan şewitîn.
Herî dawî di saetên êvarê de di encama êrîşê milîsên Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê zarokê 12 salî yê bi navê Ehed Osman birîndar bû. Ehed ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneye Xebat.
Milîsên Dîfa El Wetenî berêjî li ser rêya El Wehde gule berdabû 2 zarokan. Di encama guleberdanê de zarokek şehid bûbû yek jî birîndar bûbû.
Li qadê de di dîmenên ku Nuçe Ciwan kişandiye de jî diyar dibe ku qad li ser agir e. Çavkaniyê me ên leşkerî diyar kirin ku dê demeke kurt de tax hemû çeteyan were paqoi kirin.