ATÎNA – Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî li gelek deveran çalakiyên ciwanan didome.
Li Yewnanîstanê Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku ew ê di çalakiyê de bin da ku tecrîda li ser Rêberê Gelan bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ku îro li kolanên Atînayê li ser Stiker dixebitîn, kolan û cadeyên herî qelebalix ên Atînayê bi wêneyên Rêberê Gelan xemilandin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger bi lêv kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin tecrîda li ser me hemûyan e, got, “Ji ber vê yekê em ê pêşengtî û berxwedana xwe biparêzin û çalakiyên xwe bidomînin.”