QAMİŞLO – Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji qadê ragihandine, şer di hundirê taxa Teyî de û li derdora Dibistana Hilko ya aliyê başûrê Qamişloyê, didome.
Her wiha çeteyên Dîfaa El-Wetenî li her du herêmên ku şer lê rû dide, sekvanên xwe di avahiyên bilind de bi cih kirine û bi awayekî yekser çerxerêya El-Wehde û kolana Kornîş dikin hedef.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku yek ji rûspiyên êla Benî Seba Hayis El-Ciriyan piştî civîna bi çeteyên Dîfaa El-Wetenî re yên girêdayî hikumeta Şamê, hat hedefgirtin. Civîn bi armanca rawestandina êrişên çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên li dijî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û sivîlên li Qamişloyê li dar ket.
Hayis El-Ciriyan li pêşiya mala xwe ya li bakurê rojhilatê Nexweşxaneya Wetenî ya li Qamişloyê bi 3 guleyan hat hedefgirtin ku herêm di bin kontrola çeteyên Dîfaa El-Wetenî de ye. Tevî ku El-Ciriyan rakirin nexweşxaneyê û hewldanan bijîşkan jî di berbanga îro de jiyana xwe ji dest da.