MUSUL – Dadgeha Musîlê derbarê 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ye, biryara darvekirinê da. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) dijî biryarê nerazîbûn nîşan da û banga nerazîbûnê li civaka Êzidî kir.
Di 26’ê Îlona 2020’an de 2 xortên ji eşîra Şemir, li ser rêya navbera Til-Izêr û Şengalê hatinbûn kuştin. Piştî bûyerê, di heman rojê de 4 ciwanên Êzidî ku temenê wan di bin 20 saliyê de ye, ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve bi îdîaya kuştina 2 ciwanên eşîra Şemir hatibûn girtin.
Dadgehê Ceza ya Musilê di 21’ê Nîsana 2021’an de derbarê 4 ciwanên Êzidî de biryara bidarvekirinê da.
Ji bo bicîhanîna biryarê, pêwîste Serokomarê Iraqê Berhem Salih erê bike. Eger Serokomar biryarê erê neke, wê pêk neyê.
Li ser biryara darvekirinê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşan da.
Daxuyanî li bajaroka Sinûnê bi amadebûna endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî, ji aliyê Hevseroka MXDŞ’ê Xezal Reşo ve hate xwendin.
Xezal Reşo biryara darvekirinê weke biryarek siyasî pênase kir û got : “Hikûmeta Iraqê qanûnê tenê li ser civaka Êzidî pêk tîne. Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û rixmî hebûna belgeyên pêwîst ku destê wan di xwîna Êzdiyan de heye jî, biriyara darvekirinê li ser wan dernaxîne.
Em wek MXDŞ’ê bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê neheqiya li ser ciwanên me tê kirin bêndeg nemîne, dakevin kolanan. Eger îro em li himberî van bêdeng bimînin, wê sibe bi sedan kesên din bi hincetên cuda bigirin. Em van nêzîkatiyên Hikûmeta Iraqê wek fermanek nû dibînin.”