NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyan (BTK) malpera ajansa me ya bi navê nuceciwan78.xyz ku beriya gelek caran hatibû girtin carekî din asteng kir. BTK’ê ji bo astengkirinê hinceta biryarên Dadgeha Sulh a 2’mîn a Osmaniye û Dadgeha Sulh a 5’emîn a Amedê nîşan da. Ajansa Ciwanan “Nûçe Ciwan” li hember zext û sansûrên dewleta Tirk a dagirker berxwedana xwe didomine.
Ajansa me Nûçe Ciwan bi nûçe û weşanên ku dike şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker pûç dike û teşhîr dike. Ji ber vê malpara me bi biryarên derhiqûqî yên hiqûqa Tirk tê sansorkirin.
Em dixwazin ji xwenda û şopdarên xwe re careke dî bibêjin ku hema ku em dagirkeriyê û sansûran wan têk bibin têkoşîna me li ser rêça çapemeniya şoreşger û azad wê bidome.
Malpera me ya nû wiha ye: