MÊRDÎN – Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî li gelek deveran berdewam dike.
Li Mêrdînê, yekîneyên DGH ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li taxan bi teqandina fîşekên agir û dirûşmeyan ve çalakî pêk anîn. DGH bal kişand ser êrîşên dagirkirinê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û diyar kir ku ev êrîş êrîşên komkujiya giştî ne.
DGH destnîşan kir ku ew ê li hemberî her êrîşê berxwedana xwe li bajaran geş bikin û çareseriya yekane misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan e, DGH bang li her kesî kir ku ji bo vê dakevin kolanan.