NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmeha 2020’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye hate bibîranîn.
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê şehît Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) li Atînayê hate bibîranîn. Bibîranîn ji aliyê pêkhateyên HBDH’ê hate organîzekirin.
Di bibîranînê de peyamên BDH, HSM, MKP, MLKP, DKP/BOM, TKP-ML’ê hate xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.
Di bibîranînê de ji bo xurtkirina têkoşîna hevpar axaftin hate kirin.