KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî dagirkeriya Dewleta Faşist a Tirk li her derê Rojava û li Bakurê Suriyê daketin qadan.
Herî dawî ciwanên Kobanê bi heman armancê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Ciwanan daxuyaniya xwe de bal kişandin dagirkeriya Dewleta Tirk û diyar kirin ku heta niha dehan erişên dagirkeriyê li ser qadên gerîlla çêbûn lê hemû erîş jî bê encam man û têk çûn.
Ciwana herî dawî diyar kirin ku ew wek ciwanên Kobanê li hember êrişên dagirkeriyê helwesta xwe zelalin û ewên li dijî êrişan bi ruhê berxwedana Garê ve li gel gerîlayên azadiyê cihên xwe bigrin.