BEHDÎNAN – 23’ê Nîsanê de dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medya êrişên dagirkirinê da destpêkirin, hat ragihandin ku di navbera gerîla û artêşa Tirk a dagirker de li Zapê pevçûn çêbû.
Li gorî agahiyan, êvara 23’yê Nîsanê, li dijî leşkerên li Tengava Nerwê ya Zapê ji Herêmên Parastinê yên Medya digerin, çalakiyek hate organîzekirin. Di çalakiyê de gelek leşkerên Tirk hatin kuştin.