QAMISLO – Li Taxa Tay di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û çeteyên Difa El Wetteni de pevçûnên dijwar diqewimin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin çeteyên Difa El Weteni, ku biryara agirbesta mayînde binpê dikin.
Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî stendin, Difa El Wetenî yê ku li navçeya Hilko noqteyek Hêzên Ewlekariya Hundirîn gulebaran kir. Li ser vê Hêzên Hundurîn di çarçoveya parastina rewa de bersiv da çeteyên El Weteni. Di pevçûna ku rû da, 1 çete Difa El Weteni hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.