ŞENGAL –
Ciwanên Komelgeya Digurê ya Şengalê dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk meşiyan û ev peyam da, “Dewleta Tirk ji têkçûna Garê û Heftanîn ders ne girtiye. Eger di van êrîşên xwe de biser bikeve, wê bere xwe bide Şengalê û tevahiya Başûr dagir bike. Lewma divê em wek ciwanên Êzidî destek bidin berxwedanê.”
Li Komelgeya Şengalê, li dijî êrîşên dewleta Trik a dagîrker ên li ser Herêmên Parastina Medya, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ)û Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) meşek hat lidarxistin.
Meşa ciwanan li ser rêya sereke ya Komlgeha Digurê destpê kir. Di meşe de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Berxwedana Zapê” hatin berzkirin.
Piştî meşa ku li ber Meclîsa Gel a Komalgehê bidawî bû, li ser navê YJCÊ û YCÊ’ê daxuyanî hat dayîn û berxwedana Zap, Metînan û Avaşîn hat silavkirin.
Di daxuyanya ku ji aliyê Salim Şengalî ve hate xwedin de, wiha hat gotin: “Di van salên dawî de dewleta Tirk a dagirker, êrîşn xwe li ser herêmê zêde kirine. Dewletên rojavayî jî bi bêdengiya xwe destek didin dewleta Trik. Herî dawî dewleta Tirk êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên girêdayî Qadên Parastina Medya kir. Diyare ku deweta Tirk ji têkçûna xwe ya li Heftanîn û Garê ders negirtiye.
Eger ev êrîş biser bikevin, wê dewleta Tirk berê xwe bide Şengalê û tevhiya axa Başûrê Krudistanê dagir bike. Ji bo rê li ber van êrîşan bê girtin, pêwîste em wek ciwanên Êzidî destekê bdin şervan û gerîla.
Em wek ciwanên Êzidî wê berxwedan û serkeftina gerîla ji xwere bikin bingeh, xweseriya Şengalê mîsoger bikin û Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bikin.”