NAVENDA NÛÇEYAN –
AYSEL AVESTA
Beriya bi 6 salan li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku bûbûn bela serê mirovahiyê, li ser navê rûmetê berxwedaneke dîrokî hat meşandin. Berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û hevkarê wan Erdogan, tam 134 rojan dewam kir. Dijmênên çav sor ku çav berdabûn bajêr, bi êrişên xwe yên bêperwa hewl dan, bajêr tar û mar, û tine bikin. Lê gelê Kurd tevî dost û hezkiriyên xwe , bi berxwedanê nîşan da ku dagirkirina bajarê wan ne wisa hêsane. Di serî de jin, her kes ji bo Kobanê seferber bû û di çeperên pêş ên şer de bi ruhekî fedaiyane cih girtin. Bi ser jî ketin, çete bi temamî ji axa xwe derxistin û bajar kontrol kirin.
Ev serketin ya her kesa/ê bû ya/yê ku dilê wê/wî ji bo Kobanê lê dida. Ji ber ku her kesî bawer dikir ku azadkirina Kobanê ji dagirkeriyê, ji hovitî û faşîzmê, wê bibûya azadkirina tevahiya mirovahiyê. Wisa jî bû, DAIŞ’a li serê cîhanê, mirovahiyê bûbû bela, li Kobanê hat rawestandin û şikesta pêşî xwar.
Vê berxwedanê awirên her kesî zivirand ser têkoşîna gelê Kurd a mafdar. Li qada navneteweyî xweşbîniyeke mezin li hemberî gelê Kurd da avakirin. Her kesî êdî Kurd û Kurdistan bi Kobanê nas kir. Cîhan hemû bû şahida vê yekê ku Kurd ji bo azadî û parastina nirxên xwe amade ne berdêlên herî giran bidin da ku hebûna xwe misoger bikin. Ya li Kobanê hat kirin jî ev bû. Berxwedana Kobanê bandoreke mezin li gelê Kurd û hêzên şoreşger jî kiribû. Li Kurdistan, Tirkiyê ji bo Kobanê bi hezaran kes rabûn ser piyan û tevlî vê berxwedanê bûn. Serhildana herî girseyî jî di 6 û 7’ê Cotmeha 2015’an de li Bakurê Kurdistanê pêk hat. Di vê serhildanê de nêzî 40 welatparêz ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin. Gelek kesên wê demê li hemberî hovîtiya çeteyên Erdogan derketin, di 26’ê Nîsanê de tên dadgehkirin.
Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de doz li sedan kesî hatin vekirin. Bi îdîaya ”Têkbirina yekîtiya dewletê û welêt” ji bo ji sedî zêdetir mirovan ceza tê xwestin.
Weke ku Selahattîn Demîrtaş jî gotibû, “Ya ku Erdogan jê aciz bûye kuştina mirovan nîne. Ya ku ew jê gelekî aciz bûye têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê ye.”
Ji ber ku Erdogan bawer dikir ku Kobanê wê bikeve. Ji lewma her roj derdiket pêş çapemeniyê û digot, “Kobanê ha ket û hat ket”. Lê parazvanên Kobanê destûr nedan ku Kobanê bikeve. Azadkirina Kobanê û têkçûna DAIŞ’ê hêviyên Erdogan pûç kirin. Lehengiya bi hezaran jin û ciwanên Kurd nîşanî herkesî û di serî de dewleta Tirk da ku berxwedan û têkoşîn bi ser dikeve.
Ji biryardariya berxwedana Kobanê jî em dizanin ku rêya têkçûna faşîzmê berxwedan e. Çawa bi berxwedaneke yekgirtî çeteyên DAIŞ’ê têk çûn, divê bi heman hişmendiyê îro jî bi têkoşîna demokrasî û azadiyê li hemberî dagirkerên Erdogan rabûneke radîkal çêbe. Yên ku dixwazin ji AKP-MHP’ê rizgar bibin, divê li dijî kirinên wan jî bin. Ji ber ku îro jî bi heman zêhniyetê faşîzmeke mezin li ser gelan tê meşandin. Hîn jî rojane mirovan ji ber fikrên wan digirin û êşkence li wan dikin. Li kolanan dest diavêjin jinan û wan dikujin. Mafên wan ên bi têkoşînê hatine bidestxistin, ji wan tên standin. Welat ber bi qirîzeke mezin a aborî ve tê kaşkirin. Civak bi xizanî û birçîbûnê tê terbiyekirin. Pêşî li siyaseta demokratîk tê girtin. Sînordanîna ji van êrişan re jî bê gûman têkoşîn e. Ji ber ku panjehra faşîzmê berxwedan e. Bi wesîleya doza Kobanê divê ew ruhê Kobanê yê berxwedêr careke din zindî bibe da ku dawî li ve zilm û faşîzmê bê anîn. Divê li dadgehê ne ruhê berxwedanê, faşîzm û dagirkerî bê dadgehkirin. Çawa têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê bû serketina cîhanê hemûyî, lazim e serketina doza Kobanê jî bibe wesîleya dawiya faşîzma dewleta Tirk.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA