BEHDÎNAN –
Operasyona dagirkeriyê ya dewleta TC’ê ya dagirker a 23’yê Nîxana 2021’an a li ser deverên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dabû destpêkirin didome. Çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanên yên di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên ‘Bazên Zagrosan’, ‘Cenga Xabûr’ û ‘Cenga Heftanînê’ ya li dijî dagirkeriyê dewam dike.
HPG’ê li ser çalakiyan û êrîşan ev agahî parve kir:
“PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSAN
Çalakiyên hêzên me yê di vê çarçove ya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosan’ wiha ye:
-25’ê Nîsanê saet 08:20’ê hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Mamreşo yên Herêma Avaşîn bicih bûbûn, çalakiye kirin. Di vê çalakiya bi bandor hate lêdan de, 2 dagirker hatin cezakirin.
-26’ê Nîsanê saet 07:40 û 11:00’an hêzên me bi şêwazê taktîka sekvaniyê li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Serdar ê li Herêma Zapê bicih bûbûn, 2 çalakî kirin. Di van çalakiyan de leşkerek hate cezakirin, yek jî birîndar bû.
-26’ê Nîsanê dagikerên li Girê Şehîd Serdar ê Herêma Zapê bicih bûbûn, saet di navbera 14:00-15:00 bi doşkan û hewanan hatin hedefkirin. Di van çalakiyan de hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin nehate zelalkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê herêm bi dijwarî bombe kir.
-26’ê Nîsanê saet 17:00’an dagirkerên li Girê Şehîd Mûnzûr a Herêma Zapê hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de ku 4 caran bi roketan dagirker hatin hedefkirin, 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirker piştî çalakiyê derdor bi çekên giran û helîkoperan bombe kirin.
26’ê Nîsanê heman rojê saet 17:40’î 2 çeperên dagirkerên ku li devera Şehîd Sorxwîn a Herêma Zapê bicih bûbûn, hatin hedefkirin û lêdan. Di çepera yekem de, 3 dagirker hatin cezakirin û kamereya mobesê ya li çeperê hate rûxandin. Di çepera duyemîn de jî 2 dagirker hatin cezarkirin. Di vê çalakiyê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û kamerayeke mobesayê jî hate rûxandin.
27’ê Nîsanê saet 07:30’î ji nêz ve li dagirkerên ku dixwestin li Girê Şehîd Serdar ê Herêma Avaşîn bibin û dar dibirîn li wan hatiye dayîn. Di vê çalakiyê de bi îsabet li dagirkeran hatiye xistin, 2 dagirker hatine cezakirin.
27’Ê Nîsanê saet 10:30’î li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Serdar a Herêma Avaşîn bicih bûbûn, bi katûşa çalakiyek hate kirin. Hedefên hatin nîşakirin bi bandor li wan hate dayîn.
PÊNGAVA ŞOREŞGER A CENGA HEFTANÎNÊ
Bi çarçoweya Pêngava Cenga Heftanînê hêzên me 23’yê Nîsanê saet 13:40’î li herêma Heftanînê, li dehma Koxê Mele Yehya ya qada Şehîd Kenal li dijî dagirkeran du çalakî kirine. Di çalakiya pêşî de derb li kozika çeka A4’ê hatiye xisetin, ev kozik li gel çar dagirkerên tê de hatiye îmhakirin. Di çalakiya dîttir de derb li komeke dagirker hatiye xistin, 3 dagirker hatine cezakirin. Di herdu çalakiyan de du kozik hatine tinekirin û 7 dagirker hatine cezakirin.
LI AVAŞÎNÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
23’yê Nîsanê li qada Mamreşo a li herêma Avaşînê dema ku hate xwestin leşekrên dagirker werin danîn hevrêyên me yên leheng Asya, Ekîn û Çiyager bi çekên giran bi lehengî derb li helîkoptêrê dane. Hevrêyên me yên leheng tevahiya şevê şer kirine û nehiştine ku dagirker li vir bi cih bibin. Di şer û bombebaranê de hevrêyên me Asya, Ekîn, Çiyager û Dilgeş bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.
Hevrêyên me ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeriya qirker a dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bedena xwe kirine bend, bi milîtaniya Apoyî û lehengî li dij dagirkeriyê rawestiyene û derbên giran li dijmin dane. Hevrêyên me yên leheng ku liş dijî her êrîşa bi mebesta dagirkirina Kurdistanê fatoreyeke giran li dagirkeran dibirin, rêya ku ber bi Şoreşa Azadiyê ya Kurtdistanê ve diçe zêdetir nêzîk kirine, helwesta mînak ku ji di jiyana xwe de nîşan dane û bi pratîka xwe ya bi lehengî navên xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê danîne. Helwesta hevrêyên me, berxwedana wan, giyanê wan ê berziû vîna wan a qeyîm a Apoyî wê ji aliyê me hevrêyên mayî ve tim weke mînak were dîtin û bibe sedmea tolhildana wan.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê didin tevahiya gelê Kurdistanê, sond dixwin, li ser rêya şehîdan em aramnca wan a bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad pêk bînin.
BOMBEBARNÊN DAGIRKERAN
Artêşa TC’ê ya dagirker Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine.
Derheqê bombebaranan agahiyên berfireh wiha ne;
-26’ê Nîsanê sae 00:15’an balafirên şer derdora gundê Orê yê qada Şehîd Rûstem a herêma Zapê bombe kirin.
-26’ê Nîsanê saet 09:30’an Tabûra Ereban a herêma Avaşînê carekê, saet 16:50’an qada Qartal bi balafirên şer du caran hatiye bombekirin.
-26’ê Nîsanê nîvrokî qada Şûkê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
-27’ê Nîsanê saet 07:20’an li herêma Avaşînê qada Werxelê bi balafirên şer hatiye bombekirin.
-27’ê Nîsanê saet 07:30’an li herêma Zapê girê Şehîd Şahîd bi balafirên şer hatiye bombekirin.
Her wiha Qadên Parastinê yên Medyayê bi domdarî didin ber obûs û hawanan.”
Nasnameya Gerîlayên Şehîd bûne wiha ne:
Nasname: Ekîn Tilora
Nav û Paşnav: Vahîde Zengîn
Cihê Jidayikbûnê: Colemerg
Navê Dayikê-Bav: Kamîle – Tahir
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021
***
Nasname: Dilşêr Agît
Nav û Paşnav: Zennun Muhammed Salih
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Navê Dayikê-Bav: Azîza – Muhammed Salih
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021
***
Nasname: Asya Kerîm
Nav û Paşnav: Mîne Îpekten
Cihê Jidayikbûnê: Bûrsa
Navê Dayikê-Bav: Feyrûze – Mahmut
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021
***
Nasname: Çiyager Cizîrî
Nav û Paşnav: Bereket Beytûr
Cihê Jdayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê-Bav: Hatîce – Omer
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Avaşîn/ 23’yê Nîsana 2021