MÊRDÎN – DGK-H ragihand ku wan li navçeya Artuklu ya Mêrdîn ê agir berdane wesayîtên rêvebirê AKP-ê yê faşîst Ümit Kaya.
DGK-H ragihand ku wan di 27.04.2021 de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê agir berda wesayîtên rêveberê AKP-ê yê faşîst yê bi navê Ûmit Kaya.
Di daxuyaniya xwe de, DGK-H diyar kir ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi operasyonên xwe yên dagirkirinê yên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn re careke din plansaziya xwe ya qirkirinê ya li ser Kurdistanê eşkere kirin û ragihand ku ew ê bi çalakiyên xwe yên li bajaran darbeyan li operasyonên dagirkirinê bixin.
DGK-H bang li ciwanên welatparêz û şoreşger yên Kurdistan û tirkiyê kirin ku di vî şerê hebûn û tunebûnê de cih bigirin û beşdarî nava refên berxwedanê bibin.