KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî dagirkeriya Dewleta Faşist a Tirk seferberî îlan kir û li her derê Rojava û li Bakurê Suriyê daketin qadan.
Herî dawî ciwanên Kobanê bi heman armancê meşek li darxistin û daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Meşa ciwana pêşiya Navenda Ciwana Ya Şehîd Bawer destpê kir û heta qada jinê ya Arîn Mîrxan berdewam kir.
Bi sedan ciwan û şêniyên heremê tevlî çalakiya ciwanan bûn. Di çalakiyê de li ser navê ciwana endamê TCŞ’ê Hemûdê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ciwanan diyar kir ku ew li hember seferberiya Komelên Ciwan îlan kiriye amadene ku biçin qada şer de cihê xwe bigrin.
Di Meşê de duruşmên berxwedanê û Bijî Serok Apo hatin avêtin.