BEHDÎNAN – Fermandariya Yekîneya Tolhildanê bi daxuyaniyekê ev agahî da: “27’ê Nîsana 2021’ê saet di 12:00 de li bajarê Şeladizê yê Başûrê Kurdistanê me li baregeha Sîrê ya dewleta Tirk a kujerê gelê me û namerd xistin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê çalakiyê de ku bi du fuzeyan li ser hev hate kirin, 2 tankên artêşa Tirk hatin îmakirin, 3 leşkerên Tirk ên dagirker ên di tankan de hatin kuştin, 5 leşkerên li dora tankan jî birîndar bûn. Dewleta Tirk bi derewan ragihand ku leşkerekî wan miriye û 2 jî birîndar bûye.”
Fermandariyê got, “Ev çalakiya me di salvegera şehadeta fermandarê me yê mezin Şehîd Bedran Gundikremo de ji bo bîranîna wî hate lidarxistin.”