VİYANA- Li paytexta Avûstûrya Viyanayê TEKO-JIN, TCŞ û aktivîstên antîfaşîst êrîşên dewleta Tirk bi çalakiyeke bêîtîatiya sivîl protesto kirin.
Çalakî saet 21:00’an li Wasserwelte hate kirin û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qîrkirin.
HANNOVER
Li Hannoverê bi meş û mîtîngehê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û biryara DYE’yê ya li ser şoreşgerên Kurd hate protestokirin. Çalakî li Steîntor a HBF’ê hate kirin. Di axaftinên mîtîngê de hate kirin ev hate gotin: “Gerîlayên azadiyê berxwedanekî destanî raber dike û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide. Em Kurd li her derê cîhanê li ser piyan in û xwedî li gerîla derdikevin. Heta êrîş dawî nebin, em ê li qadan bin.
Çalakî bi dirûşman qediya.